Di rojekê de zêdeyî 40 êriş: 12 kes jiyana xwe ji dest dan

Dewleta tirk di 24 saetan de zêdeyî 40 herêmên binasaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriye hatin bombaran kirin. Di êrîşan de 6 hewmelatî û 6 hêzên ewlehiya hindirin jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birindar bûn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tikr di roja 5’ê Cotmehê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye êrîşên xwe zêde kir. Bajar, bajarok û gund raste rast bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de 3 îstasyonê kehrebê, 4 tesîsên petrole, 2 îstasyonên av û benzînê hatin bombabaran kirin.

Di êrîşan de kantona Hesekê, kantona Qamişlo, hêrêma Firatê ku Kobanê cih digre, herêma Şehba-Efrîn û Minbic bû hedef. Bi giştî zêdeyî 40 herêman hatin bombaran kirin. Di êrîşa ku sivil kirin hedef de 6 sivil û di êrîşa hewayî ya li dijî gundê Til-Hebeş ya girêdayî Amûdê ya kantona Qamişlo de 6 endamên hêza ewelhiay hindirîn jiyana xwe ji dest dan. 2 jê endamên hêzên ewlehiya hindirin 12 kes birindar bûn.

Binesazî hate bombaran kirin

İstasyona ava Hinê ya li Hesekê û henek binesaziyên sivîlan bi caran hate bombaran kirin û ji derveyî xizmetê hate hiştin. Li heman herêmê li gundê Hinê Mişêrfê di fabrîqayekê de 3 karker birindar bûn. Li kantona Qamişlo, baraj, istasyona kehrebeyê û istasyona petrole hate bombaran kirin. Li xeta Şehba- Efrînê ya herêma Firatê gelek gund hatin bombarankirin û windahiyên canî çêbûn. Di heman demê li herêmê gelek xisarên madî çêbû.

Êrîşên ku wezîr hedef nîşandayî destpêkir

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştî di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin, di daxuyaniya ku dayî de Bakûr û Rojhilatê Sûriye hedef nîşandabû. Hakan Fîdan îdea kir ku çalakger ji Sûriye hatine da zanîn ku wê binesazî, tesîsên ser erd û tesîsên enerjiyê a Bakûr û Rojhilatê Sûriye bikin hedef. Piştî daxuyaniyê êrîşên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye zêde bûn.