Di roja zarokên cîhanê de zarok hatin xelatkirin
Bi boneya roja cîhanê ya zarokan bi çend çalakiyên cûr be cûr li herêma Helepçe zarokên astengdar, sêwî û yên nexweşiyên wan yên kironîk hene hatin xelatkirin.
Silêmanî- Navenda çalakiya ciwanên Helepçe bi boneya roja cîhanê ya zarokan, kovara pepole û nameyên mafê zarokan li herêma Helepçe li zarokan hatin belav kirin. Di vê çalakiyê de zarok dayik û bavê zarokan jî amade bûn û zarok gelek keyfxweş bûn. Ji bo diyariya roja cîhanî ya zarokan hêjmarek kovara pepole ku kovarek taybet ya zarokane û ji aliyê zarokên Kurdistanê ve tê çapkirin weke xelat li zarokan hate belav kirin.
Di çalakiyek din a roja cîhanê ya zarokan de rêxistina ber bi jiyanek nû ji bo zarokan bi diruşmeya ‘Diyariya me ji bo keyfxweşiya we ye’ zarokên xwedî pêdawistiyên taybet xelatkirin bi vê yekê zarok gelek keyfxweş bûn.
Hêjayî gotinê ye ku wê pîştî nivro rêveberiya rewşenbir û hunerî ya Helepçe û rêxistina nû wê şahiyekê ji bo zarokan li darbixwe û di vê şahiyê de wê şano û stran ji bo zarokan were pêşkêşkirin.