Di Roja Xwendekaran de xwenekarên Îranê têne îşkencekirin

Di Roja Cîhanî ya Xwendekaran de, ku dikeve 7’ê Kanûnê, zext û zordariya hêzên ewlehiyê li bajarên Îranê û rojhilatê Kurdistanê girantir bû û piraniya xwendekaran rastê îşkence û girtinê hatin.

HÎMA RAD

Sine – Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpêkirin bi belavbûnê didome. Çalakger, xwendekar, mamoste, hûnermend, bi hemubeşên civakê gel li dijî ferzkirinên rejîma Îranê û rûxmê polîtîkayên wî yê girtin û qetilkirinê di hefteya 12’emîn a serhildanê de hê çalak in û destnîşan dikin ku heya rûxandina rejîmê ew ê bi biryar têbikoşin. Di 5’ê Kanûnê de li Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê grevên mezin dest pê kirin û tevî zext û zordariya hêzên ewlehiyê, xwepêşander bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe didomînin.

Xwediyê dikanan û bazaran rastî zextên rejîma Îranê hatin. Hesabê gelek xwediyê dikanan ji ber ku beşdarî grevê bûne hat qedexekirin.

Li gorî agahiyan li gelek bajaran seyareyên welatiyan têne teftîşkirin.

Di Roja Cîhanî ya Xwendekaran de, ku dikeve 7’ê Kanûnê, zext û zordariya hêzên ewlehiyê li bajaran girantir bû û piraniya xwendekaran hatin girtin.

Girtina bijîşkên ku birîndarên serhildanê derman dikirin zêde bûn. Li Sine Dr.Îman Newabî yek ji pizîşkên nexweşxaneya Kewser, hat girtin.

Di sê rojên borî de grev û xwepêşandan berdewam bûn, kolan bi agir û keviran hatine girtin û dirûşma mirin bo dîktator û “jin jiyan azadî” û Jîna dimîne hatin berzkirin.