Di roja 2’emin ya Konferansê de banga yekitiyê hat kirin

Di konferansa sedsaliya Lozanê de giringiya yekitiya natewî di sedsala nû de û bi hevre gavavêtin hate nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Lozanê li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) konferansa ku hate li darxistin di roja dûem de berdewam dike. Axaftinê ku di konferansê de hatin kirin banga ku ji bo înşakirina pêşeroja Kurdan di sedsala nû de divê derdora siyasetek netewî kom bibin, hate kirin.

‘Êrîşên ser Rojava berdewamiya Lozanê ye’

Doh di konferansê de li ser navê Partiya Yekitiya Demoqratîk (PYD) Saleh Elemdar mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku Kurd sed sal berê li bajarê Lozanê hatine parçekirin û wiha got: “Tu dewletan Kurd wek xwişk û bira û dost nedîtin. Bi hemû derfetên xwe siyaseta qedandina Kurdan û înkarkirina wan bi rê ve birin. Kurd parçe bi parçe kirin, eşîret û malbat kirin du par. Em man li Sûriyeyê. Bi salan em bêyî nasname hiştin. Bi ‘Kembera Ereban’ em ji axa me kirin. Lê Kurd îro dîsa ji li ser piyan in. Êrîşên dewleta Tirk ên ser bajarên Rojava de jî wek dewama Peymana Lozanê ye. Dewleta Tirk bi qetilkirina gelê me yê li Bakur namîne, êrîşên qirkirinê li Rojava û Başûr jî berdewam dike. dewleta Tirk ji bo Kurdan tune bike piştgiriya navnetewî girtiye û Lozanê berdewam dike. cardin Îran, Sûriye, Iraq û dewleta Tirk ji bo Kurdan tune bike tevgera xwe ya bi hevre berdewam dike.”

‘Gelê Êzidî gelek êş kişandiye’

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidiyan jî Nûre Alkiş axivî. Nûre Alkiş, bal kişand ser êşên ku civakên Kurdistanî sed sal in dikişînin û got: “Ji ber Peymana Lozanê me pir êş kişand. Me Êzidiyan du caran êş kişand. Êzidî beşekê civaka Kurdan in. Ji ber baweriya xwe pir êş kişandiye. 74 caran ferman li wan rabûye. Fermana herî dawî me di sedsala 21’ê de jiyan kir. Ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve bi hezaran jin û zarokên me hatin qetilkirin.”

‘Divê em yekitiya xwe înşa bikin’

Parlementerê berê yê HDP’ê Îmam Taşçier,di axaftina xwe de destnîşan kir ku yekîtiya Kurdan dikare encamên Peymana Lozanê ji holê rake û diyar kir ku bi Lozanê re peymana statuyê ya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hat betalkirin û got: “Yekemîn meclîsa Tirkiyeyê piştî vê peymanê hat guhertin. Piştre hin wekîlên Kurd hatin qetilkirin. Ziman û çanda Kurd hat înkarkirin. Navên gund û bajaran guhertin. Divê ev konferans bibe wesîleya kongreya neteweyî. Divê Kurd tavilê kongreya netewî li dar bixin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Hemû partî û rêxistin divê di vê yekîtiyê de cih bigirin. Kurdistan bi erêkirina dewletên serwer hat parçekirin. Li Lozanê ji bo parçekirina Kurdan lihevkirinek çêbû. Ji bo em encamên vê peymanê ji holê rakin, divê yekîtiya xwe çêbikin.”

Banga yekitiyê

Parlementerê Iraqî Dr. Şoreş Hecî jî wiha got: “Divê ji bo yekîtiyê çi pêwîst be bikin. Werin em li dora sembolek hevpar bên ba hev. Tecrûbeyan ji dîroka xwe derxin. Em bi çanda xwe re têbikoşin. Divê em bingeha yekîtiya xwe ya neteweyî deynin. Em peymana 100 sal berê berevajî bikin. Şert û mercên wê hene. Eger em bawer bikin dikarin bi hev re tevbigerin.”

Îşaret bi yekitiya stratejik hate kirin

Serokê FEDA’yê Demîr Çelîk, bal kişand ser girîngiya xebatên ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de ji bo statûya neteweyî ya Kurdan bên meşandin û got: “Divê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd ji aliyê komîsyoneke, ji hemû saziyên navneteweyî re bê şandin.

Serokê Partiya Îslam ya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind  da zanîn ku ji bo gelê Kurd kongreya netewî li darbixin  pêwîstî bi siyastek netewî heye û got: “Di hizir û mejiyê her Kurdekî de feraseta yekîtiyê çêbûye. Em jî weke partiyên siyasî daxwazên gelê xwe pêk bînin. Nûnertiyeke netewî, yekîtiyek stratejîk ava bikin û em jî li ser axa xwe bibin dewlet.”

‘Wê biryar werin girtin’

Di panela bi moderatoriya Selma Irmak û Xelîl Xezerî de, Dîroknasê Têkiliyên Navnetewî Dr. Suheyla Qadirî, ji Zanîngeha Selahedîn Prof. Narmen Muhamad Amen Alî, Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak weke axaftvan bejdar bûn. Derbarê panele de parlementera berê ya HDP’ê  Selam Irmak axivî û got: “Bi Lozanê xwestin Kurdan tune bikin, lê belê Kurdan bi têkoşîna xwe ev yek vale derxist. Ji bo di sedsala pêşiya me bi qirkirinê re derbas nekin lê vêderê îro emê biryarê giring bigrin. Emê îrade û hêviya xwe derbixin holê. Ev xebatek ne tenê hiqûqî û diplomasiye, emê biryarên ku xebatên gel derbixin holê bigrin.”

Konfarans îro bi mijarên cûda berdewam dike.