Di qezaya trafîkê de 2 mamostayan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Nisêbînê, wesayîteke li du mamosteyên bi navê Buşra Yildiz û Sûzan Basin qelibî û di encamê de her du mamosteyan jiyana xwe ji dest dan.
Mêrdîn - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînî, wesayîteke ku leza zêde kir li ser Rêya Mêrdînê li mamosteyên bi navê Buşra Yildiz (27) û Sûzan Basin (28) qelibî. Her du mamosteyên giran birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Rexmî hemû mudaxaleyên hatin kirin jî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê ajokarê wesayîtê hat binçavkirin.