‘Di qada pîşesaziya nîvgiran de hebûna jinan derdikeve pêş’

Medya Nematî, pispora bazargeriya dîjîtal, beşdarî fuara “Ar, Nan, Şîranî û Çîkolata” ya ku li Kirmaşanê hat vekirin bû, diyar kir ku li gorî berê hebûna jinan di qada pîşesaziyê de zêdetir bûye.

JUAN KERAMÎ

Kirmaşan - Fuara “Ar, nan, şîranî û çîkolata” ku roja 2’ê Tîrmehê li Parka Şahid a bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin, dê heta 6’ê Tîrmehê berdewam bike û her roj di navbera saet 16.00-21.00’an de ji bo mêvanan vekirî ye. Di fuarê de 10 fîrmayên di warê alav û makîneyên nan û çêkirina pastayan û 70 fîrmayên di warê ar, nan, şîranî û çîkolata de beşdar bûn. Ev fîrma di fuarê de nûnertiya parêzgehên Kirmaşan, Tehran, Azerbaycana Rojhilat, Xorasana Rezewî û Hemedanê dikin.

Di beşa sereke ya pêşangehê de, ku li ser peydakirina alav, makîne û amûrên ji bo çêkirina nan û şîraniyan e, di nav wan de sektora nanpêjî, hebûna jinan bi erkên cûrbecûr li standan pir balkêş e. Jin di beşên cûrbecûr yên şîrketan ên wekî rêveberî, firotin, bazargerî, medya û têkiliyên giştî de dixebitin.

‘Pir keyfxweşin ku di demên dawî de hebûna jinan bihêztir bûye’

Alîkara midûr a firotin û bazargerî ya dîjîtal a şîrketa Pakandîşanê Medya Nematî got: “Em di sektora çêkirina alavên firinê de kar dikin. Ev sektor yek ji pîşesaziyên nîvgiran e. Di salên derbasbûyî de hebûna jinan di vê sektorê de gelek kêm bû. Lê belê em keyfxweşin ku di demên dawî de hebûna jinan bihêztir buye. Wek mînak, di şîrketa me de jin di yekeyên firotan, bazirganî, fînans, kontrolkirina kalîteyê û plansaziya hilberînê de hene.

Qadên nû yên îstîhdamê têne çêkirin

Medya Nematî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevlîbûna jinan di vê sektorê de her ku diçe zêde dibe û îstîhdamê çêdikin û wiha got: “Ji ber ku makîneyên bi temamî otomatîk in û xwedî yek operator in, jin dikarin hemûyan bikarbînin. Em dibin şahid ku jin dikevin pişesaziyê, dest bi karê aşpêjiyê dikin, heta îstîhdamê diafirînin. Başe ku di van salên dawî de hebûna jinan di vê sektorê de pir zêde bûye û di fuaran de jî ku hilberîna alavên firin, makîne û hilberîna ambelajan de dibînin, hebûna jinan pir derdikeve pêş.”