‘Di pirtûkên Rêber Ocalan de mirov rastiya dîrokê dibîne’

Jinên beşdarî dewreya perwerdeyê ya li ser dîroka Rojhilata Navîn, bi navê şehîd Dîdar Tolhildan a Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan bûn, gotin: “Di pirtûkên rêber Ocalan de mirov rastiya dîrokê dibîne.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan dewreyek li ser dîroka Rojhilata Navîn bi navê Şehîd Dîdar Tolhildan ji bo 15 jinên ku cihê xwe di meclisa Kongra Star de digrin vekir. Dewreya şehîd Dîdar Tolhildan a ku 15’ê Çileyê dest pê kiribû, mehekê berdewam kir.

Ji rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Şehbayê Riweyda Ehmed teqez kir ku zanîna dîrokê ji bo hemû mirovan bingeh e û wiha anî ziman: “Ez bi daxwazeke mezin tevli vê dewreya perwerdeyê bûm ev dewre bi agahî û pêşketina mirovan dewlemend bû. Ji bo her ferdeke di nava civakê de zanîna dîrokê pir girîng e. Di vê perwerdeyê de me rastiya dîroka xwe dît. Me dît ku çi li ser me tê meşandin û em ê çawa bikaribin hebûna xwe biparêzin û zindî bikin û pêşerojek azad bidin avakirin. Ji bo ku mirov bizanibe çawa jiyana rast bijî pêwist e lêkolîn bike dîroka xwe bizanibe. Civaka ku dîroka xwe nas neke bi windakirin û tunekirinê re rûbirû dimîne. Ez dixwazim her kes perwerdeyê di jiyana xwe de esas bigre da ku xwe sererast bike û bikaribe xwedî li pêşeroja xwe derkeve.”

‘Bê bingeh xanî nayên avakirin’

Ji rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Kîbar Derbo jî destnîşan kir ku jiyana rast bi lêveger û zanîna dîrokê tê jiyîn û wiha axaftina xwe domand: “Dema em dibêjin dîrok, em dibêjin bingeh, lewma bê bingeh tu kes nikare binayetekê ava bike û tê de jiyana xweş bijî. Ji bo wê zanîna dîrokê girîng e, bi vî rengî em ê bikaribin pirsgirêkên heyî çareser bikin û pêşerojek azad bidin avakirin. Bêgunam perwerdeya me pir bi sûd bû ji bo ku em baştir encamê jê bigrin pêwîst e em parêznameya Rêber Ocalan a pêncemîn bixwînin bêtir xwe kûr bikin û bi civaka xwe re sohbet bikin.”

Kîbar Derbo bal kişand ser rola jinan di zanîna dîrokê de û wiha got: “Dema jin dixwaze dîrokê bizanibe, li rastiya xwe vedigere, di warê civaka wezayî ya ku dema jin tê de xwedawend û afrîner bû dibe xwedî agahî. Çawa jin wê demê bûn koleyên zihniyeta mêr û heya niha çiqas bandora wê zihniyetê li ser wan heye û çawa dikarin xwe jê xelas bikin? Bi riya van perwerdeyan destpêkê dikare dîroka xwe bizanibe, çawa bijî û xwe birêxistin bike. Her wiha dikare bi vê yekê pêşerojek azad bi zanebûna xwe û hişmendiya azad û wekhev bide avakirin.”

‘Dem dema zanîn û famkirina cewhera pirtûkên Rêber Ocalan e’

Kîbar bal kişand ser cewhera pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka rast nehatiye nivsandin, ji bo wê rastiya dîrokê di van pirtûkan de tê dîtin. Divê em li pirtûkên serokatî vegerin û xwe li gorî wan birêxistin bikin. Em ê bi vî rengî bikaribin xwe bi pêş bixin û ji planên qirkirinê xwe biparêzin. Dema dema famkirina û pêkanîna pirtûkên serokatiyê ye ji bo wê pêwistî bi xwendina wan heye.”