Di ‘pîrozbahiya’ AKP’iyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Mersînê piştî hilbijartina serokkomariyê Muhammed Eslek yê 15 salî yê di ‘pîrozbahiya’ AKP’iyan de cîh digirt bi guleya li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Mersînê piştî hilbijartina serokkomariyê a ku di 28’ê Gulanê hate çêkirin, grubên AKP’yî li taxa Kurdalî a girêdayî navçeya Toroslar ‘pîrozbahî’ lidarxistin. Muhammed Eslek yê 15 salî ê di nav grubê de cîh digirt, bi guleya çeka nenas ji serê xwe birîndar bû.

Muhammed Eslek yê ku bi guleyê  giran bîrîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.