Di pevçûnên Îsraîl-Filistînê de hezar û 604 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ji ber şer û pevçûnên navbera Îsraîl û Filistînê de jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 604’an, 6 hezar û 616 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên d navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî operasyona baskê çekdar ê Hamasê yê Îzeddîn El-Qassam di bin navê Tofana Aksayê de li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 4’emîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha 143 jê zarok 105 jê jin 704 kes mirine û nêzî 4 hezar kes jî birîndar bûne. Wezaretê ragihand ku di êrîşan de Îsraîlê bi zanîn ambûlansan hedef girt ji ber êrîşên hewayî Nexweşxaneya Beyt Hanûn a Xezayê ji xizmetê derketiye.

Hat diyarkirin ku hejmara Îsraîliyên ku di êrîşên ji Şerîda Xezayê hatin kirin de jiyana xwe ji dest dan 900’î derbas kir. Piştî operasyona Hamasê Îsraîl bi taybetî Xezayê dike hedef. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, 157 jê giran bi tevahî 2 hezar û 616 Îsraîlî birîndar bûne.

2 rojnameger hatin qetilkirin

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku 2 rojnamevan jî dema ku dîmenên balafirên şer ên Îsraîlê yên ku avahiyek li taxa Rimêlê ​​ya li rojavayê Xezayê hedef girtine dikişandin, di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku li heman herêmê rojnamegerên din jî birîndar hene.

Hat ragihandin ku dê êrîş bi 'bihaneya zerardayîna rehîneyan' berdewam bikin

Hamas û Cîhada Îslamî ragihandin ku gelek leşkerên Îsraîlî yên ji 7’ê Cotmehê vir ve dîl hatine girtin, birin Xezayê. Îsraîlê duh ragihandibû ku ew ê êrîşên xwe yên li ser Şerîdaya Xezayê "ji ber zirardayîna rehîneyan" ên di destên baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam de ne berdewam bikin.

Hamas: Em ji hemû îhtîmalan re amade ne

Berdevkê Tûgayên Qassam Ebû Ubeyde li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîdaya Xezayê daxuyanî da û wiha got: "Em ji têkoşîneke demdirêj û ji hemû îhtîmalan re amade ne. Dijminên me ji xeynî bêhêvîbûn û şermê wê tiştekî bi dest nexe. Operasyona me ya Tofana El-Eqsa li dijî êrîşan e. Êrîşên ku ji aliyê dagirkerên Îsraîlî ve tên kirin."

Îsraîlê jî ji behrê dest bi êrîşê kir

Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA'yê diyar kir ku keştiyên êrîşê yên hêzên deryayî yên Îsraîlê ji behrê li herêmên navendî yên Zîvala Xezayê yên li peravên Deryaya Spî û wargehên li peravên bajarê Xan Yûnisê xistin.

Îsraîlê xaz ceyran û sotemeniya li Xezayê qut kir

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku ava Xezayê ya nêzî 2 milyon Filistînî lê dijîn qut bûye. Yisrael Katz duh di nivîsa xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal de ragihandibû ku wî fermana qutkirina elektrîka ku Îsraîl dide Şerîdaya Xezayê îmze kiriye û wiha got: "Min ferman da ku ava ji Îsraîlê ber bi Xezayê ve diçe derhal were qutkirin. Elektrîk û sotemenî duh hatin qutkirin. Tişta ku berê bû êdî nabe."