Di pêvajoya aştiyê de komkujiyên Cizîrê careke din di rojevê de ne
Li Cizîrê komkujiyên ku di dema qedexeyên derketina derve de çêbûn, nîşan didin ku îro li Tirkiyeyê çiqas pêwîstî bi ‘aştiyê’ heye. Di vê dema ku li ser pêvajoyê tê axaftin vekirina dosyayên girtî yên di refan de, mîna yek ji gavên ji bo aştiyê tê dîtin.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Li Cizîra Botan di navbera rojên 4–12’ê Îlona 2015’an de piştî îlankirina qedexeya derketina derve, hemû cîhan bû şahidê kiryarên dermirovî û binpêkirina mafên mirovan. Di dema qedexeyên ku heşt roj domiyan de, mal, kargeh hatin hilweşandin, 7 ji wan zarok, bi giştî 22 kes ji aliyê sekvanan ve û bi guleyên ji wesayîdên zirxî hatin hedefgirtin û kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di tevahiya rojên qedexeyan de, mudaxeleya birîndaran a ji aliyê personelên tenduristiyê ve û gihîştina komên agirkuj a ji bo şewatan, ji aliyê ‘hêzên ewlekariyê’ ve hat astengkirin. Sekvanan, Cemîle Çagirga ya 10 salî hedef girtin. Navê wê yê di nasnameyê de ‘Cizîr’ bû. Sê gule li bedena Cemîleyê ketin û di hembêza dayîka xwe Emîne Çagirga de jiyana xwe ji dest da. Bangî ambulansê kirin lê ji ber ku hêzên ewlekariyê nehiştin ambulans here, encam wiha bû. Cenazeyê Cemîle 3 rojan di sarinca malê de hat veşartin. Cîhanê Cemîleyê bi awayê di nava sarincê de pêçandî bihîst û nas kir. Bi saya rojnamegerên ku bi zor û gefa mirinê peywira xwe dikirin, êşa dayîka Cemîleyê hat bihîstin. Di dawiya sê rojên dirêj de, destûr dan ambulansê û cenazeyê Cemîleyê birin lê piştî 9 neh rojan wê spartin axê.
Di tevahiya rojên qedexekirî de, gelek binpêkirin çêbûn lê tu yek ji wan neket ber lêpirsînê. Sûc hatin veşartin û parastin. Têkildarî tiştên ku qewimîn kesek tenê jî îfade neda. Di dosyaya Cemîle Çagirga de jî heman tişt çêbû. Wisa bû ku dozgeriyê got ‘ev bûyer li Filistînê qewimî.’ Belgeyan nîşan dan ku Cemîle li ber deriyê mala xwe, bi zanîn hedef hatiye girtin. Di komkujiya ku îfadeya tu personelek ewlekariyê nehat girtin de dosya hê jî vekirî ye û biryara lêgerîna daîmî hatiye dayîn.
Çima divê ji bo aştiyê îsrar û xwedîderketin hebe?
Ji bo meseleya Kurd bi awayê demokratîk çareser bibe, ji pêvajoya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, malbatên ku zarokên wan hatine kuştin piştgirî dan. Di van rojên ku salvegera komkujiyan e de, careke din li ser aştî û çawaniya pêvajoyê û xwedîderketina li aştiyê axaftin tên kirin. Dosyayên ku biryara lêgerîna daîmî ji bo wan hatiye dayîn çawa ji nava refan hatin derxistin? Lêgerîna dayîkan a ji bo edaletê çawa bi encam bû? Ev pirs tev li benda bersivan in.
‘Tu gav nehatin avêtin’
Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, diyar kir ku di komkujiyên li Cizîrê çêbûn de Cemîle Çagirga mînakeke herî bi şok e û got: "Yek ji bûyerên ku qet nayê jibîrkirin ew e ku dayîkek neçar ma keça xwe ya mirî di sarincê de veşêre. Yek ji bûyerên herî bi şok ku cihê wê di wîjdan, aqil, hiqûqê de tuneye û ji bîra me naçe, ev e.” Newroz Uysal diyar kir ku hedefgirtina Cemîleyê û êş û şopa ku ji ber girtina wê ya di sarincê de mane, tu car ji bîr naçin û wiha domand:
“Ne tenê ji bo Cemîle Çagirga, hem di pêvajoya ku em jê re dibêjin dema qedexeyên yekem, hem jî di pêvajoya qedexeyan a duyemîn ku 79 roj domiyan de tu dosya nehat vekirin, tu kiryar derneket pêşberî dadgehê. Îfadeya tu kesek ji wan nehat girtin. Di wê pêvajoyê de nayê zanîn ku kîjan buroyên polîsan, kîjan yekîneyên taybet, ji çend bajar û navçeyên ji derveyî Şirnexê çend kesan anîne. Dane tune ku nîşan bidin ka çekên çawa hatine bikaranîn û rastî derkeve holê di vê mijarê de tu gav nehat avêtin.”
‘Perçeyek ji înkarê û şer’
Newroz Uysal da zanîn ku biryara lêgerîna daîmî ya di dosyayê de tê wateya ku dosya ji aliyê hiqûqî ve vekirî ye û wiha berdewam kir:
“Ev yek di rastiyê de nayê wateya girtina dosyayê, tê wateya ku dê doz berdewam bike. Li Tirkiyeyê piştî cînayetên kiryar nediyar têgeheke hiqûqî ye lê dewlet di rastiyê de di dosyayên ku dixwaze kiryar an jî kiryaran biparêze de biryarên lêgerîna daîmî dide.”
Newroz Uysal bal kişand ku di dosyayê de ji hedefgirtina Cemîle Çagirga heta gera li xeta alîkariyê ya 112 a ji bo xwestina birina cenaze, heta guleberdana ser personelên tendirustiyê her tişt di dosyayê de qeydkirî ye û got: “Têkildarî vana girtek hene. Di bûyera Cemîle Çagirga de malbat bi îsrar dibêje ku li pêşiya deriyê mala wan avahiya saziya riyên bejahî tê dîtin û di tevahiya rojên qedexe de sekvan li ser banê avahiyê bûne, tenê ji wê derê gule berdane jî; têkildarî wê avahiyê tu lêkolîn nehat kirin. Ango tevî van delîlan jî ji bo Cemîle Çagirga jî kesên din ên hatin kuştin jî dikaribûn kiryaran tesbît bikin. Ez dikarim bêjim ku kiryarên ku naxwazin werin dîtin û eşkerekirin hene. Em dikarin bêjin ku ev yek jî perçeyek ji şerê înkara li ser gelê Kurd e.”
‘Formula bêcezabûnê’
Newroz Uysal bi gotinên; “Di dosyaya Cemîle Cagirga de jî di mijara Kurd de jî hebûna biryara lêgerîna daîmî, te wateya formula bêcezabûnê û gotinên xwe wiha domand:
“Biryara lêgerîna daîmî tê wateya derbaskirina demê û bêcezabûnê. Nabe ku heta dawiyê pere paşxistin. Bêguman li vê derê dê mijara demboriyê jî hebe. Parlemanterên me yên wê serdemê û partiya me gelek caran bi pêşniyarpirsan xwestin ev yek ronî bibe lê hemû jî bê îstîsna hatin redkirin. Li dijî mayîna kiryar nediyar, weke sazî ji bo pêkhatina edaletê me gelek tişt kir. Em hê jî di vê mijarê de daxwazên xwe tînin ziman. Dewlet bi zanebûn tercîh dike ku ne dosyayên komkujiyan ne jî dosyayên weke yên Cemîle zelal bibin.”
‘Bi parastina kiryaran aştî çênabe’
Newroz Uysal da zanîn ku daxwazin bûyerên kuştina Cemîle Çagirga û hemû kesên di dema qedexeyên derketina derve yên di 2015-2016’an de hatin kuştin werin zelalkirin. Newroz, anî ziman ku di pêvajoya dawî de pêwîstiya bi vê yekê zêdetir bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê bêdengbûna çekan e, di heman demê demê de hevrûbûna bi rastî û edaletê re ye jî. Her kes vêya dibêje. Hewce nake mirov pir paşve biçe û ewqas li arşîvan binhêre. Sûcên çend sal berê, di 2015-2016’an de hatin kirin bi xwe, ger werin ronîkirin dê ji bo derketina rastiyê û hesabdayînê gavên mezin bin. Aştî bi veşartina kiryaran, bi nixumandina komkujiyan an jî bi parastina rola dewletê û hêzên ewlekariyê çênabe. Bi vî awayî aştiyeke rast nayê. Çareserî yekalî nabe. Ger hevrûbûn hesabdayîn hebe, di vê pêvajoyê de dewleta ku xwedî berpirsyariya herî mezin e; divê bi pevçûn, bi encamên rola xwe ya ku bûye sedema derketina vê yekê re hevrû bibe.”
‘Hevrûbûn pêwîst e’
Newroz Uysal bi gotinên; “Cemîle Çagirga di heman demê de dê bibe tûrnûsola ka ev pêvajo dê xwe bispêre rastiyê yan jî bibe awayê nerm ê siyaseta înkarê. Di şexsê Cemîle de hemû bûyerên di 2015’an de qewimîn”, bi bîr xist ku ev dosya hemû yan nehatine vekirin an jî hatine girtin û wiha got: “Bêguman hêzên ewlekariyê yên wê demê dikarin werin tesbîtkirin. Zincîra ferman û talîmatan pir bi hêsanî dikare diyar bibe. Tiştên qewimîn sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne. Ev pir zelal e ji bo ku bûyerên wiha dermirovî neyên jiyîn, ji bo aştî çêbibe; divê di darazê de jî di ewlekariyê de jî, di leşkeriyê de û di hemû waran de bi tevahî veguherîna civakî ya demokratîk çêbibe. Hem jî di vê dozê de bi mînaka vê doze divê bi komkujiyên li ser gelê Kurd hatin kirin re. hevrûbûn çêbibe.”
Dayikên ku tevî her tiştî dibêjin ‘aştî’
Newroz Uysal behsa daxuyaniyên dayîka Cemîle Emîne Çagirga yên ji bo piştgiriya pêvajoyê kir û wiha got: “Ev dayîk bi hemû cesareta xwe, bû bîra hemû êşên gelê Kurd. Ji ber vê yekê navekî sembolîk û girîng e. Tevî her tiştî gotinên dayîkê yên ji bo aştiyê û xwedîderketina li aştiyê û di hevpeyvînên ku dane de bi gotinên; ‘tenê bila zarokên kesên din nemirin’ nîşan didin ku di têkoşîna aştiyê de dayîkên Kurd çavkaniyên herî bi hêz ên ehlaqî ne. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê îradeya xwe diyar kirine. Vê helwesta dayîkên Kurd ên bûne mexdûrên komkujiyan, nîşan dide ku bi berxwedêriya jin û dayîkan çiqas mezin e û ji bo me dibin mînak.”
‘Ji bo aştiyê rastî û edalet pêwîst e’
Newroz Uysal got ku dayîkan heman helwest û seknê di civîna li komîsyonê de jî nîşan dane û wiha bi dawî kir: “Di axaftina dayîkên leşkeran de jî dibe ku em vê yekê bibînin. Me dît ku mexdûr ne tenê bi rondikên çavan û êşa xwe, bi îradeya ji bo çareseriyê jî di lêgerîna rastiyê de ne. A girîng ew e ku îradeya dayîkan bê bersiv nemîne û rastî derkevin hole. Dayîk di heman demê de dixwazin ku di pêvajoya aştiyê de jî kiryar werin aşkerekirin. Dayîk edaletê dixwazin. Divê em balê bikşînin ku banga dayîkan tê wateya aştî nayê paşxistin û ji bo çêbûna aştiyê jî pêkhatina rastî û edaletê şert û pêwîst.”