Di pêla sêyam a êrîşên DYE’yê de alozî zêde dibin
Pêla sêyem a êrîşên DYE li dijî başûrê Îranê ku navendên leşkerî û binesaziyê hedef digrin, rê li ber mirin û birîndarbûna bi dehan kesan û zirara mezin vekir. Komara Îslamî ragihand ku wan dest bi êrîşên tolhildanê li dijî welatên herêmê kirine.
Navenda Nûçeyan – Îro, di roja şeşemîn a êrîşa asmanî ya pêla sêyemîn a Emerîkayê, li dijî başûrê Îranê, herêmên cuda yên Xormozgan û Sîstan-Belûcistanê carek din bûn hedef; di encama êrîşan de binesaziya leşkerî û sivîl hat hilweşandin, gelek sivîl û leşker mirin û birîndar bûn, xetên ragihandinê zirar dîtin. Di bersivdayînê de, Muhafizên Şoreşê ragihand ku li dijî baregeh û tesîsên girêdayî Emerîkayê li welatên cuda yên Ereb êrîşên bi mûşek û dronan pêk anîne; lê belê hê jî îdia ji hêla rayedarên welatên hedef ve bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin.
Gelek tesîs wêran bûne
Çavkaniyên herêmî û raporên ku ji hêla medyaya dewletê ve hatine weşandin nîşan didin ku beşek girîng a êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziya veguhastinê û tesîsên peravê bûne.
Li Sîstan û Belûcistanê, baregeha Muhafizên Şoreşê li Reskê, baregeha deryayî ya Kanarak, herêma balafirgeha Îranşar, qereqola deryayî ya Ramîn, bircê kontrola trafîka deryayî ya Çabaharê û herêmên li bajarê Sirikê gelek caran bûne hedefa êrîşên hewayî. Wêneyên ji cihê bûyerê hatine weşandin nîşan didin ku hinek tesîs bi piranî wêran bûne, agir derketiye û gelek teqîn çêbûne.
Hemwextê êrîşên li ser navendên leşkerî, gelek pir û xetên ragihandinê yên li parêzgeha Hormozganê jî bûn hedef. Gelek pir li Kehoristan, Nimkar, Mînab, Griveh û Xamerê zirar dîtin an jî bi tevahî wêran bûne û hinek ji xetên ragihandinê yên sereke yên parêzgehê hatin astengkirin.
Êrîşên li dijî piran
Li gorî çavkaniyên herêmî, di êrîşek li ser pirek li gundê Nîmekar de, di nav de du zarok û sê jin û mêrek, şeş sivîl hatin kuştin. Medyaya dewletê ragihand ku di êrîşên li ser pirek li navçeya Xemir de 7 kes hatine kuştin û 9 kes birîndar bûne.
Li Bandar Abbasê, di êrîşek li ser taxa niştecihbûnê ya Tappe Allah Akbar de jinek hat kuştin û di nav de zarokek herî kêm 8 kes, birîndar bûn.
Di êrîşa li ser Balafirgeha Îranşarê de her wiha çavkaniya rewşa awarte ya balfirgehê zirar dît û şewat derket.
Hejmara birîndaran 300 derbas kir
Serokê Navenda Têkiliyên Giştî ya Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara birîndarên di êrîşên Tîrmehê de ji 300 derbas kiriye û 72 kes hê jî tên dermankirin. Li gorî rayedar, di nava miriyan de du jin û zarokek di bin temenê 18 salî de hene. Parêzgehên Xormozgan, Sîstan û Belûcistan û Xuzistanê herî zêde zirar dîtine û li gorî raporên dawî, hejmara miriyan gihîştiye 38’an.
Her ku êrîşên Emerîkayê berdewam dikin, Muhafizên Şoreşê radigihînin ku ew ê li dijî hedefên girêdayî Emerîkayê li herêmê operasyonên curbecur ên bi mûşek û dronan pêk bînin. Muhafizên Şoreşê yên Îranê îdia kir ku navenda fermandariya Emerîkayê li baregeha El-Tanf li Sûriyeyê, pergalên radarê li Omanê û baregehên Emerîkayê li Qeter, Kuweyt, Urdun û welatên din kirine hedef. Hinek ji van îdiayan ji hêla welatên herêmî ve hatine redkirin û hê jî der barê hejmara mirî û birîndaran de li wan welatan daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Her wiha, şeva borî li bajarên Silêmanî û Hewlêr ên Herêma Kurdistanê êrîşên giran çêbûn. Di êrîşan de deverên niştecihbûnê yên li Silêmanî û depoyek cebilxaneyê ya yekîneya 70’emîn a Pêşmergeyên hêzên Herêma Kurdistanê hatin hedefgirtin; 8 Pêşmerge û sivîlek birîndar bûn û agirê mezin beşek ji bajêr girt. Lê belê medyaya girêdayî Komara Îslamî îdia kir ku di êrîşan de hêzên Kurd ên Alaya Herêma Kurdistanê û baregehên Emerîkî hatine hedefgirtin.