Di Parlementeya Tûnisê de dîmenê şidetê
Di mediyaya civaki de dîmenek ê Parlementoya Tûnisê ku têde parlementer Saif El-Din Maxlouf şidet û bêmafî parlementera Partiya Destûra Azad Abeer Moussî dike hat belakirin. Saif Maxlouf telefona Abeer Moussî ji dest derxist û hewil da lêbixe. Her wiha dîmen qerebalixek mezin bi rêka medyaya civakî li Tûnisê çêkir.
ZHÛR EL-MŞRQÎ
Tûnis- Ji dema Parlementer Abeer Moussî ketiye parlamentoya Tûnisê heya niha hewl dide ku fikrên tund û xetera wê ya li ser terzê civaka modernîst a ku Tûnisiyan ji zû de qebûl kiriye eşkere bike û ji bo wê jî pirojeyên nû derdixe. Li gorî daneyên navendê îstistatîkan nêrînên wê ji aliyê kesîmên civakê yên cuda ve hatiye erêkirin.
Wezîra jinan a Tûnisî ya berê Naziha EL- Ûbeyîd di hevpeyvînek a li gel ajansa me de êrîşa li ser Abeer Moussî şermezar kir û got: “Dê berxewdana jinên Tûnisê li hemberî bêmafiyan bidome.”
Naziha EL- Ûbeyîd bal kişand ser berxwedana jinên Tûnsî ku tevî hemû hewildanên ji bo bêdengkirina wan jî nasekinin û xwedî helwestin.
Naziha EL-Ûbeyîd bilêv kir ku di nêrîna hevbeş a girtina biriyaran de Tûnis li gorî berê paş ketiye û tenê jinek cihê xwe di Hikumeta Hişam El-Meşîşî de digire.
Hate xwiya kirin ku Ev paşde vekişîna jinan ji cihê biryargirtinêde li gorî tevlîbûna wan ji hilbijartinan re kême hemmara wan ji sedî 36 e.
.