Di parka Xabur de kêfxweşiya zarokên Hesekê
Di germa zêde de zarokên Hesekê dema xwe li parka Xabûr a dikeve nava bajêr derbas dikin û di hewîzên avjeniyê de xwe hênik dikin.
AYA OSMAN
Hesekê - Di kelegerma van rojên dawî ku nefesê li mirovan diçikîne, parka Xabûr a dikeve Taxa Til Hecer a Hesekê ji bo welatiyên bajêr û tayîbetî jî ji bo zarokan bûye cihê nefesgirtinê. Ji saet 6’ê êvarî heta 12’ê şevê derê wê vekiriye û di navê de qiyameta zarokane, dengê wan ji nava hewîzên avjeniyê û lîstokan bilind dibe, kes dengê kesê nabihîse.
Her êvar zarok bêsebir li benda daketina siyê dimînin, hema çawan roj piştî nîvro dibe û sîber dadikeve amadekariyên çuna parkê dikin. Ew nahêlin hewa baş hênik bibe, her ku dayika wan dixwaze wan bisekinîne heta hewa hênik dibe, lê nikare wan bide sekinandin, ew solê xwe dixin lingê xwe û li ber derî her dengê xwe bilind dikin û daxwaza xwe ya çunê dubare dikin. Dema diçin nava parkê ji ber qerebalixa zêde bi dorê dikevin lîstokan û hemû li benda dora xwe dimînin. Hinek ji wan dikevin hewîzên avjeniyê yên ji bo zarokan hatîn amadekirin û hinek jî bi lîstokên dinê mijuldibin, êdî bîra çuna malê nabin û naxwazin ji nava lîstokê derkevin.
Dayikên wan jî kom bi kom dirunin binê daran û sohbet dikin heta derengiya şevê, hem ew xwe di nava sohbetê de ji bîr dikin hem jî zarok di nava hewîzên avjeniyê û lîstokan de xwe ji bîr dikin û naxwazin vegerin malê.