Di operasona Holê de gelek jinên DAIŞ'î hatin girtin

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asayîşê Sîdar Masûm Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku 5 roj in berdewam dike nirxand û da zanîn ku wan gelek jinên DAIŞ'î ku destên wan di kuştina kesan de hebûn girtine.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê-Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê ku bi 45 km. Rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ketiye roja xwe ya 5'emîn, bi kontrolkirina Fêza 6 didome. Di nava rojên derbasîbûyî de gelek alav û cilên leşkerî, gule û tunelên di hundirê kampê de bûn, hatin dîtin. Her wiha gelek çeteyên payebilind jî hatin girtin. Der barê roja 5'an ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê Sîdar Masûm axivî.
"Operasyon berdewam dike"
Sîdar diyar kir ku bi awayekê rêk û pêk operasyona wan didome û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Li dijî şaneyên veşartî yên di hundirê Kampa Holê de, 5 roj in me dest bi operesyoneke mirovî û ewlehî kiriye. Wekî hêzên Asayîşê li kêleka şervanên din kampê kontrol dikin, di parastinê de jî cih digrin her wiha em îmze û agahiyên jinan jî digrin. Piştre em wan li cihekî kom dikin, heya ku operesyona li beşê wan xilas dibe, dîsa vedigerînin cihê wan. Di nava 5 rojan de me gelek jinên DAIŞ'î yên payebilind ku wekî berpirs in girtine. Her wiha jinên ku bi rengekî veşartî dîmen û wêneyên kampê digirtin û ne diyar bû ku wê ji kîjan alî re rêbikin û parve bikin, me ew jî girtin. Operasyon didome lê heya kengî wê berdewam bike nediyar e. Ji ber ku xeteriya di hundirê kampê de jî mirov çiqasî bêje jî baş nayê nasîn."
"Yên ku hatin girtin, sûcên qetilkirinê kiribûn"
Sîdar da zanîn ku ew jinên hatine girtin bi xeter bûn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jinên ku hatine girtin jî ji ew jinên bi xeter ku perwerdeyên xirab, di hundirê kampê de dida zarokan bûn. Jinên ku çek li gel wan bûn û gelek penaber û kesên din qetil kiribûn hatin girtin. Jinên ku hatine girtin hemû sûcên qetilkirinê kirine."
"Bi keviran êrîşî me kirin"
Sîdar da xuyakirin ku jinên kampê yên DAIŞ'î êrîşî endamên wan kirine û wiha pêl da gotina xwe: "Gelek jinan dema ku me dixwest jinên DAIŞ'î yên berpirs bigrin, êrîşî dianîn ser me û nedixwestin ku ew jinên xeter ji wan qut bibin. Duh ji hundirê konan bi keviran êrîşî endamên jin kirin ku di encamê de çend endam ji serê xwe de birîndar bûn. Her wiha zarokên xwe jî hînî rêbazên êrîşkirinê dikin. Camên seyareyên me jî hatin şikandin. Li hemberî êrîşên wan me xwe diparast. Rast e çekên me jî hebûn lê me li hemberî wan, neda bikaranîn. Berovajî wê em wekî wan nêz nebûn û bi rêbazekî ku zirarê nede wan û zarokan em tevgeriyan. Taybet em endamên jin rêdikin ku wan bigrin, ji ber li gorî hişmendiya wan nabe ku mêr wan bibîne, em jî li gorî vê yekê tevdigerin. Piştî nîqaşkirinê, em dîsa wan jinan vedigerînin hundirê kampê."
"Bi girtina hucreyên wan, bandora wan kêm dibe"
Sîdar encamên ku di roja 5'emîn a operasyonê de amûrên ku hatine girtin wiha vegot: "Di encama 5 rojên operasyonê de gelek çek û gule hatin dîtin her wiha ji tunelên ku amade kiribûn diyar dikir ku amadekariya êrîşeke nû li dijî me dikirin, hatin dîtin. Bi operasyonê em dikaribûn rê li ber revandina kesên ji kampê, kuştina kesan û yên ku karên xirab di hundirê kampê dikirin, bigrin. Ev yek jî bi girtina çeteyên payebilind û berpirsên wan pêk tê."
"Pêwîst e hemû cîhan xwe berpirsyar bibîne"
Sîdar got ku paqijkirina Kampa Holê û bêbandorkirina xeteriya DAIŞ'ê ne tenê erka wan e û wiha dawî li gotina xwe an: "Heya ku ji destên me tê û bi derfetên xwe yên herî kêm jî me dikaribû gelê herêmê û cîhanê ji xeteriya DAIŞ'ê biparêzin. Lê ev erk tenê ji me nayê xwestin, pêwîst e ku welatên hemwelatiyê wan li kampê ne, bigrin. Da ku rê li ber xeteriya ji nû ve zindîkirina DAIŞ'ê were girtin divê ku hemû cîhan xwe berpirsiyar bibîne. Ji ber ku zarokên îro yên DAIŞ'ê sibe wê çeteyên herî mezin û xeternak ji wan ava bibin û li ser Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî xeter bin."