Di nobeta edaletê de roja 261’emîn: Ji xewa bêhişiyê şiyar bibin

Malbata Şenyaşar di çalakiya xwe ya 261 rojan a edaletê de xwest dengê wan bê bihîstin.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Malbat di roja 261’emîn a nobetê de danê sibehê li cihê bi navê "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin çalakiya xwe ya edaletê dan destpêkirin.
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de wiha axivî: “Em weke welat di rojên gelek zor û zehmet re derbas dibin. Sedemê vê pêvajoya xerab, bê edaletî û bêhiqûqî ye. Kesên ku edalet û hiqûq têkdibe mehkûmê têkçûnê ye. Me duh rojeke xerab derbas kir. Heke wisa berdewam bike, wekî welat û gel rojên xerabtir di pêşiya me de ne. Ji kerema xwe em weke civak ji vê pêvajoya xerab re bêjin bes e.”
 Ji medyaya civakî peyam
Malbata Şenyaşar li ser hesabên medyaya civakî ev peyam parve kir: “Bingeha dewletê edalet e. Kesên ku edalet têkdibe mehkûmê têkçûnê ye. Hikûmet diguherin, dewlet dimîne. #Çi dibe! jî me edî ji xewa bêhişmendiyê hişyar bibin.”