Di nobeta edaletê de 193 roj

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên 193 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin, hewil didin dengê xwe bidin bihîsin.

Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê 193 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin.
Di saetên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li pêş avahiya edliyeyê û li cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê careke din daxwazên xwe anîn ziman. Malbatê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî di Twitterê de etîket kir û ev bang kir: "Di aliyekî mêzîna edaletê de parlementerê desthilatê heye. Li aliyê din jî 3 canên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin hene. Ji bo ku hûn parlementerekî û malbata wî biparêzin hemû qanûnan tune dihesibînin. Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike.”