Di Newroza Stenbolê de polîsan tundî li rojnamegeran kir

Polîsan tundî li nûçegîhanên Bînaetê Tugçe Yilmaz û Alî Dînç ku qeyda kirariyên kesên bi Newrozê de hatibûn binçavkirin, dikirin, kir.

Stenbol – Nûçegîhanên Bîanetê Tugçe Yilmaz û Alî Dînç ku li qada mîtîngê ya Yenîkapi ya Stenbolê pîrozvahiyên Newrozê dişopandin, bi tundiya polîsan re hatin rû hev. Polîsan hewl dan edîtorê Kurdî Aren Yildirim jî binçav bike. 

Polîsan dema ku qad vala dibû, nûçegîhana bînaetê Tugçe ku girse dikişand, bi hinceta ‘kişandin qedexeye’ hişyar kir û hewl dan astenb bikin. Tugçeyê ku got ez rojnamegerim û kişandina xwe domand, polîsan li erdê dirêj kirin.Polîsan îşkence li Tugçeyê kirin û Alî Dînç jî derb kirin.

Tugçe û Alî ji bo polîsan gilî bikin ji bo raporê çûn nexweşxanê. Dema tundî li Tugçeyê dihat kirin rojnamegeran ew dîmen kirin bin qeydan.