Di Newroza 2021`ê de cil û bergên resen ên jinên Kobanê

Li Herêma Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amedekariyên pîrozbahiya cejina Newrozê bi dawî bûn. Semra Hec Omer karê dirtûtinê dike bal kişand ku di Newroza 2021`ê de jinan cil û bergên resen dane dirûtin.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- 21`ê Adarê cejna Newrozê ango sersala gelê Kurd e. Gelê Kurd bi taybetî jin ji bo şahiya Newrozê cil û bergên Kurdî didirûn. Çawa ku vêxistin û geşkirina agir yek ji çandên Newrozê ye, lixwekirina cilên gelerî jî heman e. Ji ber vê şahiya Newrozê bi rengên destpêka biharê tê xemilandin.
Jina bi navê Semra Hec Omer a 39 salî dirûnxaneya wê heye û bi taybetî cilên jinan didrû. Semra dayika 7 zarokan e û ev 25 sal in bi karê dirûtinê re mijûl dibe. Ajansa me di çarçoveya amadekariyên cejna Newrozê de, nêrîn ji Semrayê girt.
`Li dirûnxaneyan qelebalixa diûrtina cil û bergan zêde bû`
Her herêmek li gorî erdnîgarî, çand û cilên xwe yên gelerî tên guhertin. Li Herêma Kobanê li rex çanda Kiras û Xeftan, tiştên ku jin serê xwe pê dixemlînin jî hene. Semra behsa vê mijarê dike û wiha dibêje: "Tevî ku di vê salê de nirxên caw an jî qimaş zêde ye jî ev yek li pêşiya dirûtina cil û bergên Newrozê nebû asteng. Li dirûnxaneya min jî qelebalixa dirûtina kirasan gelek bû. Dema behsa cejna Newrozê tê kirin, di destpêkê de cil û bergên Kurdî yên renge, reng tên bîra mirov. Cilê her herêmê xwedî teybetmendiyên cuda ye. Li Herêma Kobanê jî herî zêde kiras û xeftan tên dirûtin. Gelek jin  bervandikê ku qimaşekî reş e di navê de tê girêdan û heta erdê dirêj e li xwe dikin. Her wiha ji bo xemilandina serî jî, kitan, meles, işqor û rext tên bikaranîn."
Jinan modelên ber bi pişaftinê ve diçûn, ji nû ve li xwe kirin
Her çendî modelên dirûtina xeftanan gelek bin jî jinên Kobanê herî zêde xeftanên bi xerec li xwe dikirin. Di van salên dawî de ev model kêm bûye lê di Newroza îsal de ev çend vegeriya qadê. Semra bi van gotinan kêfxweşiya xwe ya xwedîderketina li modelên resen tîne ziman: "Ya balkêş di modelên vê salê de modelên kevnar ên çanda Kobanê ya resen hatin dirûtin. Di vê salê de bi sedan xeftanên bi xerec hatin çêkirin. Her wiha jinan xeftanên bi xerec ku temenê wan zêdetirî 50`î sal e, ji min re anîn û me sererast kir. Ev cure xeftan çend sal in nehatine dirûrtin. Ji ber vê ez kêfxweş im ku di vê salê de ev çand vegeriya nav jinên civakê."