Di navbera sînorê Îranê û Başûr de cenazeyê jinek hat dîtin

Jineke kuştî ku temenê wê 36 salî ye di navbera sînorê gundê Hengermele li Rojhilatê Kurdistanê û biyara Başûrê Kurdistanê de hat dîtin.

Helepçe- Rojane gelek jin li Hewreman û sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ji ber dabînkirina jiyana xwe berê xwe didin şaredeya Tewêle û deverên Biyarê û li van navçeyan kolbertiyê dikin û di rêyên kolbertiyê de gelek kes ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin.
Şeva borî cenazeyê jineke kuştî ku temenê wê 36 salîbû li gundê Hengermele li sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de hat dîtin. Berdevkê polîsên parêzgeha Helepçeyê da diyarkirin ku wan cenazeyê jineke kuştî dîtine, nayê zanîn ka sedema kuştina wê jinê çi ye û ji bo otopsiyê cenaze rakirine nexweşxaneyê.