Di navbera 1'ê Îlonê û 22'ê Mijdarê de 75 jin hatin qetilkirin
Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî bûyerên şîdetê yên di navbera dîroka 1’ê Îlonê û 22’ê Mijdara 2021’ê de hat jiyîn ragihand.
Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî, bûyerên şîdeta li ser jinan ên di navbera dîroka 1'ê Îlonê û 22'yê Mijdara 2021'ê de di çapemeniyê de hatine nîşandan lêkolîn kir û raporek weşand.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê bûyerên şîdeta li hemberî jinan pir zêde ne lê di çapemeniyê de kêm zêde tên ragihandin û li ser van bûyeran daneyên îstatîstîkî yên têr û bi rêkûpêk tune ne. Di raporê de hat diyarkirin qanûnên heyî ji bo parastina jinan têrê nakin, hat destnîşankirin ku di navbera dîroka 1’ê Îlonê û 22’ê Mijdara 2021’ê de 74 jin û kesek trans hatine qetilkirin. Li aliyê din hat parvekirin ku ji ber sedema mirina 42 jinan nehat zanîn, ji aliyê kê û ji aliyê çend kesan ve hatine qetilkirin, mirina wan weke gumanbar hatiye tomarkirin. Li gorî raporê 113 jin rastî şîdetê hatine û birîndar bûne. Di çapemeniyê de der barê 28 zarokan de jî nûçeya îstîsmara zayendî cih girt.
Jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin
Ji sedî 39,2’ê jinan ji aliyê hevjînê xwe, ji sedî 14,9 ji aliyê dergistiyê xwe, ji sedî 6,8 ji aliyê bavê xwe, ji sedî 6,8 ji aliyê hevserê xwe yê berê û ji sedî 8 jî ji aliyê kurê xwe ve hatine qetilkirin. Her wiha di raporê de bal hat kişandin ku ji sedî 22’ê sûcdarên kesên ku rastî destdirêjiya cinsî tên karmenden kamûye ne. Dema ku Stenbol di warê kuştina jinan de di rêza yekem de cih girt Dîlok, Antalya, Aydin û Enqereyê jî bi rêzê di raporê de cih girtin.