Di nava şer de li lêgerîna rastiyê: Şahidiya Sozdar Rizgar

Rojnamevan Sozdar Rizgar ji 2014’an heta niha berxwedan, êşa gel û têkoşîna serkeftinê ya Taxa Şêx Meqsûd a li Helebê kêlî bi kêlî belge dike.

ŞÊRÎN MUHEMED

Heleb – Dema li Sûriyeyê şer destpê kir, taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bû yek ji cihên ku herî zêde hilweşîn û êş lê hatin jiyîn. Li aliyekê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li aliyê din dorpêça rejîmê, gel di nava du aliyên agir de hişt.

Di sala 2013’an de di encama êrîşên dijwar de gelek jin, zarok, nexweş û pîr neçar man taxê biterikînin. Lê belê Sozdar Rizgar, li gel malbata xwe wek gelek malbatên din biryara mayînê dabû. Ew hem yek ji yên têdikoşiya, hem jî rojnamevanek ku rastiyê belge dikir û dibû dengê gel bû.

‘Tevî zoriyan em bi xwe fêr bûn’

Rojnamevan Sozdar Rizgar da zanîn ku rojnamevaniya rast ew e ku agahî û rastî bê lêkolînkirin û wiha got: “Em bûn şahidên tiştên ku wê demê qewimîn. Me nûçe dinivîsand û ji ajansa Nûçeyan a Hewarê re dişand. Şansê me yê ku em perwerdeya rojnamevaniyê bigrin tunebû, hemû tiştan em bi xwe fêr bûn.”

Sozdar Rizgar anî ziman ku dema rojnamevanî dikir rastî gelek zoriyan hatiye û wiha got: “Odeyek me, du kamera û kompîterek me hebû. Înternet tunebû, navendeke me ya sabît jî tunebû, hinek caran ji bo em xwe ji êrîşan biparêzin me nûçe di malên xelkê de dinivîsand. Ji bo em nûçeyan zû bişînin em diketin jêrzemînan. Hinek deman me xwe dikir kom, komek li navendê dima, komek din diçû nexweşxaneyê hejmara birîndar û miriyan qeyd dikir.”

Sozdar Rizgar diyar dike ku wêne û dîmenê wê yê yekem dema balafirên rejîmê êrîşî avahiya ciwanan a li Helebê kiribûn e û wiha got: “Nîşandana êşê helbet me nedixwest lê belê zanîna gel a rastiyê erka min bû. Me der barê şer, êrîş, revandin û mirina mirovan de nûçe çêdikir. Ev hem di nava şer de mayîn, hem jî di aliyê nivîsandinê de gelek zor bûn.”

‘Yê di şer de fêr nebe di aştiyê de jî bi pêş nakeve’

Sozdar Rizgar diyar kir ku di Îlona 2015’an de êrîş dijwar bûne û heta Hezîrana 2016’an domiyane û wiha got: “Di nava van mehên dirêj de ez fêrî gelek tiştan bûm, êdî dikaribûm bi awayekî profesyonel nûçeyan çêbikim û dosyayan amade bikim. Ez beşdarî gelek bernameyên Kurdî û Erebî bûm, heta bi devoka Soranî ez bûm dengê gelê Şêx Meqsûd. Ez fêr bûm; ger di şer de fêr nebî, di aştiyê de tu caran  bi pêş nakevî.”

Xebatên berfireh ên medyayê

Sozdar Rizgar destnîşan kir ku di 8’ê Adara 2016’an Roja Jînên Cîhanê de, taxa Şêx Meqsûd bi çekên kîmyewî hatiye hedefgirtin, bi dehan sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Bedenên parçebûyî, min bi çavên xwe dîtin û min bi kameraya xwe belge kir. Wê kêliyê tekane rojnamevana li cihê bûyerê ez bûm, gelek kanalên televîzyonên navneteweyî û saziyên mafên mirovan ji bo agahî bigrin xwe gihandin min.”

Sozdar Rizgar piştevaniyên ku ji bo moralê gel bilind bibe hatine kirin wiha anî ziman: “Em di bin êrîşan de bûn lê belê hevalên me govendên gelê Efrînê dikirin, stranan digotin. Ev hêza moralê ya berxwedanê bû.”

Di gelek qadên şer de rastiyan belge kir

Berxwedana gelê Şêx Meqsûd weke ‘berxwedana şerê gel’ dihat zanîn. Her kesê erka xwe dizanibû, jin jî di çeperên pêşî de bûn. Erka Sozdar Rizgar jî belgekirina hemû rastiyan bû. Parastina taxê ji aliyê jinên Kongra Star ve û rola ku di serkeftina berxwedanê de lîstine bi objektîfa wê li hemû cîhanê teyîsî. 

Sozdar Rizar ji derveyî Şêx Meqsûd, di pêngava Til Şaîr, xebatên belgekirinê yên di 2017’an piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ’ê ve, berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî de rola aktîv lîst.

Di heman demê de di demê dawî de li taxa Eşrefiye û Şêx Meqsûd xwepêşandanên li dijî rêgirtin û dorpêça hikumetê bi kameraya xwe belge kir. 

Sozdar Rizgar rêwîtiya xwe ya rojnamevaniyê wiha anî zîman: “Îro bi ceribandinên ku me jiyaye em hatine vê rojê. Weke rojnamevan, nivîskar û şahidên şer her kêlî em bûn dengê gelê xwe. Em ê bilindkirina dengê jinan û  gihandina êşên wan bidomînin. Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiye berê çawa berxwedan raber kirine, îro jî wê bi hêza gel careke din bi ser bikevin.”