Di nava sê rojan de 3 jin li Cezayirê hatin qetilkirin

Duh li bajarê Setîf ê Cezayirê diya sê zarokan ji aliyê hevjînê xwe yê deh sal ji wê mezintir ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan– Li bajarê Setîf ê Cezayirê jinek çil salî ya dayika sê zarokan ji aliyê hevjînê xwe yê pêncî salî ve bi werîs hat xeniqandin. Hat hînbûn ku dema jinik li mala diya xwe bûye hevjînê wê çuye xwe pêre aciz kiriye. Dema di navbera wan de nîqaşek dijwar çêbû, hevjînê wê werîsek anî û ew pê xeniqand. Diya wê ya pîr nedikarî keça xwe biparêze tenê qîr dikir û li ser qîrîna wê cîran kom bûn lê kujer reviya.
Polîsan cenazeyê wê rakirin nexweşxaneyê û lêpirsîn hat despêkirin û her wiha navê hevjînê wê li her derê hate belav kirin da ku ew were girtin.
Tê ragihandin ku ev sûcê duyemîn e li heman taxê diqewime. Di 10'ê Cotmehê de zilamek çil salî dayika xwe ya 60 salî û xwişka xwe ya 35 salî piştî nakokiyên malbatî, serjê kirin. Mêrê kujer hat girtin û ji bo cezakirinê ew radestî dadweriyê hat kirin.