Di nava sê mehan de 94 jin hatin qetilkirin

Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî diyar kir ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye û destnîşan kir ku di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de herî kêm 94 jin hatine qetilkirin û 84 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî bîlançoya sê mehan a tundiya li hemberî jin û zarokan aşkera kir.

Di rapora Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî de hat diyarkirin ku di navbera 1’ê Adar û 31’ê Gulanê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û wiha hat gotin: “Ji bo xwe bigihîjînin dozên tundiya hemberî jinan û îstîsmara zarokan, nûçeyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Bianet, Jin News, Ajansa Mezopotamyayê, Anit Sayaç û gelek ajansên çapemeniyê yên herêmî û neteweyî d ber çavan re derbas kirine.”

Li gorî raporê:

“Di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulana 2023'yan de 94 jin hatin qetilkirin, 84 jinan jî awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. 185 jin rastî tundiyê hatine û birîndar bûne, 9 jin ji wan bi giranî birîndar bûn. 34 jin rastî gefan hatine, 14 jin rastî tacîzê, 7 jin rastî êrîşa zayendî û 38 zarok rastî îstismara zayendî û fizîkî hatine.”