Di nava lîsteya hilbijartinên Filîstînê de rêjeya jinan ji sedî 36 e

Eniya Demokratîk a Rizgariya Filistînê bernameya siyasî ya lîsteya hilbijartinan ragihand û diyar bû ku tenê ji sedî 36 jin dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.

 
Navenda Nûçeyan – Endamê Mekteba Siyasî ya Eniya Demokrat a Rizgariya Filistînê û hevserokê lîsteya guherîna demokratîk Îbrahîm Ebû Hcla di kongereya rojnamevanên Eniya Demokrat a Rizgarkirina Filistînê a li Ramellahê de girêdayî hilbijartina 22’ê gulanê dê bê kirin de agahî da û got: "Divê rêjeya jinên beşdarî lîsteya hilbijartinên pêşerojê dibin ji sedî 36 û ya ciwanan jî ji sedî 56 be." Her wiha lê zêde kir ku wê lîsteya bernameyê pir tiştan di nava xwe de bihewîne. 
Rola jin û ciwanan 
Wekî beşên civakî ku girîngî didin û balê dikşînin ser wekheviyê di navbera her du zayendan de. Mafên jinan ên beşdarbûna siyasî, rakirina hemû cureyên cudakariya li dijî jinan her wiha hejmara ciwanan ji sedî 56 e û bal kişand ser rola ciwanan û beşdarbûna wan ji bo girtina biryaran. Di heman demê de peydakirina kar ji bo kesên ku zanîngeh qedandine û kesên ku pêwîstiya wan bi çareserkirina bêkarî û xizaniyê heye.
Dê hilbijartinên qanûnû di 22’yê Gulanê de bin
Li gorî Îbrahîm Ebû Hcla lîsteya hilbijartinê wê ji bo tevahî Filistînê be ku di nav de 61 hilbijartin hene her wiha hejmara kesên ji Xezayê hatine hilbijartin 27 namzed in ji sedî 44 her wiha wê 22 kes beşdarî hilbijartina bibin hejmara jinan ji sedî 36 e, wê ciwanên ku temenê wan di biniya 40 salî de ye wê ji yên destpêkê bin  
Her wiha tê zanîn ku wê hilbijartinên qanûnî yên Filistînê di 22'ê Gulanê de bên lidarxistin û encamên hilbijartinan wê di roja piştî wê de were ragihandin her wiha hilbijartinên ji bo serokomariyê wê di 31'ê Temûzê de pêk were