Di nava lîsta Forma Abori ya Cîhanî de jina ciwan Dalal Erekat

Forma Aborî ya Cîhanî Dr.Delal Erîkat weke serkirdeyeke Cîhanî ya Ciwan pejrand. Dalal yekemîn jina Fîlîstînî ye ku nasnavek wiha cîhanî girtiye. Her wiha ew yekemîn akademîsiyena Fîlîstînê ye ku li cîhanê di nav 7 akademîsyenan de, sernav bi dest xistiye.

Ramallah –  Delal ji bo ku hişmendiya civaka Filistînê tayîbetî jî ya ciwanan di aliyê erênî de biguherîne zêdeyî 300 gotar nivîsandiye. Her weha ew beşdarî gelek konferans û semînerên akademîk û medyayî di hemî forûmên herêmî û navneteweyî de bûye.
Foruma Aborî ya Cîhanî yê ku di sala 1971'an de hatiye damezrandin, bi hezaran namzetan nirxandin da ku rêberên ciwanên herî dilşad û berpirsiyar ên cîhanê, yên ku di binê temenê çil salîde ne, hilbijêrin û xelat bikin.  Dalal Erekat a Filistînî jî bi serkeftinên xwe yên bandor li çapa cîhanê kirî ket nava navên hatine hilbijartin.