Di nava dadgeha Misrê de êrîşa bi kêran

Di dadgeha EL-Usra ya Misrê de dema doza malbatekê ya hevberdanê dihat dîtin mêrê dihat darezandin bi kêrê êrîşî hevjîna xwe kir û ew birîndar kir.

Qahira - Li Dadgeha EL-Usra (malbatî) ya Îskenderiya ya Misrê dema doza malbatekê ya hevberdanê dihat dîtin, mêrê dihat dadgehkirin bi kêrê bezî hevjîna xwe û ew da ber kêran. Jina birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansê veguhastin nexweşxanê. Polîsên di hindirê dadgehê de jî mêrê êrîşkar girtin ji bo radestî Serdozgeriya Komarê bike.
Tevgerên femînîst xwestin qanûnên ku jinan ji şîdeta nav malbatê diparêzin were derxistin. Li gorî rapora salane ya ku ji hêla Weqfa Edraak a Pêşkeftin û Wekheviyê ve hat weşandin di sala 2020'an de, 113 kuştin, ji bilî 34 bûyerên lêdana giran ku bû sedema şikestinên demkî an seqetîyên ji ber şîdeta malbatî.
Navenda Misirê ya Mafên Jinan jî piştrast kir ku li Misrê salane 5 mîlyon û 600 hezar jin rastî şîdeta malbatê tên.