“Di nava civakê de Kurdan û jinan dikin hedef”
Seroka Komelaya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ku li ser qetilkirina 4 jê jin 7 kesên ji heman malbatê da zanîn ku hikûmet herdem bi gotinên xwe yên nefret û cûdakariyê Kurdan û jinan dike armanc. Adalet Kaya destnîşan kir ku ew buyera hat jiyîn, di dema qetilkirina Denîz Poyraz de jî hat dîtin, pêvajoya ku tê jiyîn ji bo jinan gihiştiye astek bifikar.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed- Di êrişa li Merama Konyayê hat kirin de ji malbata Dedeoglari 4 jê jin 7 kes hat qetilkirin. Qetliama ku bi şeklekî bi rêxistinkirî hatî kirin, rastî bertekên mezin ên welatiyên heremê hat. Piştî pêkhatina bûyerê li gelek deveran çalakiyên protestoyî hatin li darxistin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya jî girêdayî mijarê nirxandin kir û destnîşan kir ku dewletê dijminatiya xwe ya li hemberî jinên Kurd careke din eşkere kir. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya diyar kir ku hikûmet bi axaftinên xwe yên mîlîtarîst û organîzekirî herî zêde Kurdan û jinan dike hedef. Adalet Kaya diyar kir ku hêrs ne bi yekcarî lê di encama êrîşên sîstematîk de kom bû û anî ziman ku penaber, Ermenî û Elewî jî li welêt rastî gotinên nefretê û polîtîkayên dijminane tên.
"Hikûmetê dijmintiya xwe ya li hemberî jinan careke din nîşan da"
Adalet Kaya diyar kir ku dewletê politîkaya dijmintiya xwe ya li hembrê jinê ya bi salan e dimeşîne, li Konyayê carekdin nîşan da û got: "Rewşek heye ku dijminatiya li heber jinan ji ber zayenda wan tê kirin. Em weke tevgera jinên Kurd bi sala ne viya dibejîn, politîkaya dewletê ya li hemberê jinan qirkirinê îfade dike. Ev politîkayane bi gotineke dijmintî, zayendî û nefretê pêşdixin. Bê guman, gelek tişt dikarin bêne axaftin, lê sala çûyî li bajarên cuda yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan êrîşên sistematik ên nîjadperest yên hati jiyîn hene.”
"Kurd û jinan dinava civakê de dikin armanc"
Adalet Kaya bal kişand ser vê rewşa cudaxwaz a nefretê ya ji aliyê desthilatdariya siyasî ve herî zêde jinên Kurd hedef girtiye û got ku, ev êrîş di encama polîtîkayên hikûmetê yên dijmintiya li hemberî Kurdan û jinan de pêk tên. Adalet Kaya destnîşan kir ku di pêvajoya tê jiyîn de hewceye pir bibaldarî tevbigerin û di berdewamiya axaftina xwe de cih da van gotinan;
"Me ev di doza Deniz Poyraz de bi tundî dît. Ev hemû gotinên nefretê yên dijmintî û organîze bi piranî Kurd û jinên di nav civakê de dike armanc. Herî zêde jin ji van polîtîkayan bandor dibin. Ji ber ku jin hem li malê û hem li kolanê ji endamên din ên malbatê ditirsin û ew bi rengek pir neyînî bandor dibin. Di êrîşên wiha de jin herî zêde dibin armanc. Em ji pêvajoyên berê jî dizanin ku herî zêde jin ji pêvajoyên şer û pevçûnan bandor dibin. Ev ji bo jinan rewşek pir xemgîn e. Di vî warî de, em difikirin ku zêdetir bi baldarî tevbigerin."
"Lîstikên pêvajoya dîrokî ji nû ve tinîn pêşiya me”
Adalet Kaya diyar kir ku lîstikên di pêvajoya dîrokî de qewimîn bi heman awayî anîn pêşberî wan, Adalet Kaya bilêv kir ku hemû polîtîkayên hatine jiyîn polîtîkayên bi armanca meşandina nefreta li dijî Kurdan e. Adalet Kaya bi bîr xist ku hawîrdora ku alîgirê hikûmetê ye jî piştgiriyê dide van polîtîkayan û got: “Me wekî civak dikin hedef û dijminatiya Kurdan geş dikin. Demek dirêje ew hewl didin ku di nav civaka Tirkiyeyê de dijmintiya jinan zêdebikin. Gelek mekanîzmayên ku ji vê yekê re xizmet dikin hene. Em dikarin şewata daristanan weke mînaka herî nêzîk bidin, di van şewatan de jî, Kurd kirin armanc. Ev hemû polîtîkayên ku armanca wan dijminatiya li dijî Kurdan e. Em wekî civak, bi salane dizanin ku ev polîtîka çawa hatine pêşxistin. Ev rewş di dîrokê de bi demê re derketine holê û bi belgeyên ku civakê anîne li hember wan hatine îspatkirin. Niha heman lîstik dîsa tê lîstin. ”
"Divê agahiya me ji van polîtîkayan hebe"
Adalet Kaya diyar kir ku desthilatdariya siyasî ji bo hebûna xwe biparêze serî li rêyên bi vî rengî dide û li dijî êrîşan banga berteka rêxistinkirî kir. Edalet Kaya axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; "Mixabin, ji ber ku hêza wan êdî nema li hemberî bertekên civakê rabin ji ber wê jî hewl didin bi komkujî û kirêtiyan hebûna xwe bidomînin û balê bikişînin ser deverên cihêreng. Ev siyasetek e û divê hûn jê haydar bin. Dijminatiya bi Kurdan re bi zanebûn û dilxwazî tê geş kirin. Li hember vê, divê her kes bi yek dengî bertek nîşan bide. Pêwîste li dijî van êrîşan hişmendî û rêxistinî hebe. Di vî warî de em dikarin bang li hemû sazî û parêzvanên mafên mirovan bikin. Pêwîste her kes bi hev re bertek nîşanî van êrîşan bide."