Di nava 7 rojên sala nû de 9 jin hatin qetilkirin!

Qetilkirin jinan li Tirkiyê bi hemû leza xwe hîna didome. Her roj di çapemeniyê de nûçeyên şidet û qetilkirina jinan tê dayîn.

 
Navenda Nuçeyan - Tenê navê bajarên weke İstanbul, Bursa, Bodrum, Isparta, Ankara û hwd tê guhertin weke din encam hemane û qetilkirina jinan ji aliyê mêran ve berdewame. Li gora nûçeyên derketin çapemeniyê di 7 rojên sala nû ya 2021’an de  9 jin ji aliyê mêrê ku bi wan re di nava têkiliyan de nin ve hatine qetilkirin. Sedemê qetilkirina wan jî ji ber ku xwestine ji wan mêran cuda bibin e.
Bajarê Istanbûlê îro serê sibê bi nûçeya qetilkirina du jinan şiyar bû. Li navçeya Sultanbeya Îstanbulê Hatice Sosyal ji aliyê hevjinê xwe yê bi navê Adnan Sosyal ve bi kêrê hat qetilkirin û li navçeya Esenler jî jina bi navê Neriman Kivrak di mala xwe de kuştî hat dîtin. 
Destpêkê rehîn girt
Mêrê bi navê Adnan Soysalê li taxa Mimar Sinan ya navçeya Sultanbeyli ya bajarê Istanbulê dijî, hevjîna xwe ya bi navê Hatice Soysal û kurê xweyê 16 salî di odê de kilit kiriye û gef li wan xwariye. Zarok ji wê gengeşeyê kari bireve ji derve û telefon da Polisan. Li ser vê yekê gelek polis, erkdarên tendirustiyê û itifaye çûn cihê buyerê. Polisê ku bi merdivenê itifayê karine biçin malde, dema giha malde Hatice Sosyalê bi awayek kêrkirî di bînin. Li gora lêkolinên tendirustiyê hat diyarkirin ku Hatice li cihê buyerê jiyana xwe ji dest daye.
Bi kêrê hat qetilkirin
Li navçeya Esenlera Istanbulê jina bi navê Neriman Kivraka 65 salî di mala xwe de bi kêrê qetilkirî hate dîtin. Li taxa Fatih Neriman Kivrak di qata bodrumê ya binahiya 5 qat de jiyan dikir, dema yên nêzî wê xeber jê negirtin, hatin li deriyê wê dan lê belê kesê derî ne vekir. Li ser vê yekê yên nezî wê dema ketin mala wê de bi awayek bê tevger li erdê dîtin. Polis û erkdarên tendirustiyê hatin cihê bûyerê, hat diyarkirin ku jina 65 salî jiyana xwe ji dest daye. li gora lêkolîna destpêkê ya polîsan hat tespitkirin ku di laşê wê de cihên kêran heye.
Di sala 2020’an de 300 jin hatine qetilkirin
Li gor daneyên Pilatforma emê Qetilkirina Jinan bisekinînin, di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 171 jin jî bi awayek şik kuştî hatin dîtin.  Li gora vêya ev hemû qetil di malan de tê kirin. 170 jin bi tebancan, 83 jin bi aletên birinê û 26 jin jî bi awayek xweniqî hatine kuştin.