Di nava 10 mehan de li Cezayîrê 44 jin hatin qetilkirin
Li Cezayîrê her diçe kuştinên jinan zêde dibe. Li gorî malpera Feminseed a Cezayîrê di nava hefteyekê de du jin, di 10 mehan de jî 44 jin hatin qetilkirin.
Cezayîr- Yek ji jinên di vê dema dawî de li Cezayîrê hat qetilkirin jî Mamosta Zanista Siyaset û Hiqûqê ya Zanîngeha Akli Mohand Oulhaj a Bouirê Landa Belharith ya 14'ê Cotmehê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirine. Hevjînê Landa Belharith bi qezayek trafîkê bi zanebûn li erebeya birayê wê xist û ev qeza bû sedem ku Landa û birayê xwe jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha di 17'ê Cotmehê de, jina bi nav Nawal ya ku ducanî bû bi awayek hovane hate kûştin.
Her diçe kuştinên jinan zêde bûne. Li gorî rêjeya ku ji hêla malpera Feminseed a Cezayirê ve hate kirin ji 1'ê Çilaya 2021'an ve 44 jin li Cezayîrê ji aliyê bav, bira û hevjînê xwe ve hatine qetilkirin.