Di nav şerê li Xezayê de bi dilxwazî xebata alîkariyê dike

Dilxwaza jin Emîre Etellah a ku di saziya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de ye, destnîşan kir ku karê dilxwaziyê gelek giran e û xwest ku saziyên jinan û mafên mirovan li ser van zehmetiyan xebat bimeşînin.

REFÎF ÎSLAM

Xeza – Di demekê de ku ev ji salek zêdetir e şerê li Xezayê dewam dike de, jinên Filistînê di pêşkêşkirina alîkariyan a ji bo kesên zirar dîtine û xizan in, berdewam dikin. Ew jî, di demekê de ku xizmetên sereke nayên peydakirin û pêwîstiyên rojane tune ne de, bi riya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ya ji wan re ye.

Beriya şer, dikandarek bû

Emîre Etellah jî yek ji wan dilxwazên di saziya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de ye. Emîre diyar kir ku gelek sedem hene dihêlin jin di dema şeran de alîkariyan pêşkêş bikin. Emîre anî ziman ku yek ji sedemên girîng jî, baweriya wan a bi vê fikrê ye, hebûna beşên pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê heye. Emîre got ku: "Eger jinên dilxwaz nemînin û bi rola xwe ranebin, ew ê xizmetên alîkariyê û derûnî ji gelek beşan re pêşkêş nekin. Beriya şer ez wek firoşkarek di yek ji dikanên bazirganiyê de bûm. Lê belê dema şer destpê kir, her kesî karê xwe wenda kir û ez jî di nav wan kesan de bûm. Ez 24 saet vala dimam. Min dixwar û vedixwar û min ti sûd ji demê nedidît, ji bilî fikirandin û razanê."

Beriya niha jî beşdarî însiyatîfên kesayetî dibû

Emîre da zanîn piştî ku azara koçberiyê dîtiye û dîtiye ku kes guh nade rewşa koçberan, biryara dilxwaziyê daye. Emîre diyar kir ku di şer de zor û zehmetiyên ku bi taybetî jî jin û keç dijîn, bûne sedema vê biryarê û wiha got: "Min dilxwaziya di saziyeke xizmetên mirovî pêşkêş dike de, hilbijart . Min beriya 6 mehan dest bi karê dilxwaziyê kir û di pêşkêşkirina xizmetên cuda de kar dikim. Min ji karê xwe yê dilxwazî sûd girt. Ji ber ku têkiliyên min ên cuda hene û min her tişt xist xizmeta jin û zarokan. Beriya ez di karê saziyan de cih bigrim ez bi hevalên xwe re beşdarî insiyatîfên kesayetî dibûm. Lê belê min dît ku piştgiriya sazî pêşkêş dikin, mezintir e."

Gelek zor û zehmetiyan dikşînin

Emîre Etellah anî ziman ku hedefgirtinên dijwar û êrîşên li dijî hemû herêmên bakurê Xezayê, astengiyekê di mêjiyê wê de çêdike. Emîre da zanîn ku bi ewlehiyê hest nake û pirê caran  nikare karê xwe dewam bike. Emîre, çend ji zehmetiyên ku dikşînin bi van gotinan anî ziman: “Gelek caran neçar dibim çalakiyên xwe taloq bikim mîna roja hêzên Israîlê êrîşî herdû herêmên Zeytûn û Şucaiye yên li Rojhilatê Xezayê kirin. Ji ber ku saziyên em tê de kar dikin awayên bi ewle ji me re peyda nakin, li milekî din nebûna alavên veguhestinê pirsgirêkeke din e. Ev binpêkirineke li hember jinên dilxwaz e, ji ber ku neçar dimînin li ser lingê xwe bimeşin û riyên dirêj derbas bikin."

‘Zexta derûnî li ser min çêdibe’

Emîre Etellah nerîna civakê ya neyînî wek pirsgirêkeke din a ji jinên dilxwaz re dibîne. Emîre van pirsgirêkan bi kurtasî wiha bi lêv kir: “Ji ber ku dema em ji malbatan dixwazin hinek sebir bikin û li hêviya dora xwe bisekinin, em rastî rastî axaftinên nexweş tên. Carna ev axaftin dighên asta gotinên sixêfan. Di encamê de zexta derûnî li ser min çêdibe.”

‘Bila saziyên jinan li ser karên dilxwaziyê bisekinin’

Emîre ragihand ku pereyên distîne pir kêm in û têra pêwîstiyên wê yên  biçûk ên rojane nakin. Emîre diyar kir ku dizane çiqasî girîng e lewma karê dilxwaziyê dike. Emîre wiha got: “Ez li mafên xwe napirsim. Li gorî zagona Filistînê, piştî 6 meh em di karê dilxwaziyê de cih bigirin, em dibin karkerên xwedî mûçe di saziya ku em tê de kar dikin. Ez bi naveroka zagonên Filistînê yên girêdayî karê dilxwazî nizanim. Piştî bidawîbûna şerê li Xezayê divê saziyên jinan û civaka sivîl li ser hişyarkirina jinan a bi zagonên kar xebatê bikin.”