Di nav kavilan de riyek ji bo debarê
Wefa Deban ku bi vekirina dikanek di nava sûkê de li Xezayê debara malbata xwe dike. Wefa di nava şer û piştî şer jî deriyên dikana xwe negirt û guh neda kêşe û adetên civakê yên paşverû ku nahêlin jin bixebitin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Di encama êrîş û şerê ku li Zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an de rû daye de gelekên ku dixebitîn bêkar man. Yek ji wan jinan Wefa Deban e, ji bo debara malbata xwe bike di nava şert û mercên dijwar de dikanek biçûk li ser riya giştî vekiriye.
Wefa Daban a xwendina zanîngehê qedandiye, ji bo xwe pirsgirêk nabîne ku firoşkariyê li kolan û bazaran bike, ji ber ku bi dikanê debara xwe dike.
Bi projeya xwe debara malbatê dike
Wefa Deban diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Xezayê û têkçûna rewşa aboriya herêmê hewl dide debara malbata xwe bike wiha dibêje: "Beriya ku şer dest pê bike, min kirtasiyeyek vekiribû tê de hemû pêdivî û amûrên dibistanê, pirtûk dihatin firotin. Piştî hêzên Îsraîlê êrîş herêmê kirin dikana min jî hat rûxandin û wêrankirin. Bi piştevaniya birayên xwe dikaribûm dikanek biçûk ji bo debara malbata xwe pê bikim, li ser rê vekim. Pirsgirêka mezin ew e ku rojane kartonên kelûpelan bi meş ji taxa El-Sînaa heya sûka El-Mexrebî ya nîvê Xezayê dibim."
Guh neda astengî û adetên civakê yên paşverû
Wefa Deban bal kişand ser astengî û zehmetiyên ku bi wan rûbire maye kir û wiha got: "Koçberiyê êş û zehmetiyên min dijwar dikir. Gelek caran ji ber êrîşan em neçar dibûn ji malên xwe koçber bibin. Dema em vedigeriyan malê jî piraniya kelûpelên min dihatin dizîn. Di heman demê de ji ber buhabûna kelûpelan, hemwelatî nikarin pêdiviyên xwe bikirin, ev jî astengiyan bi xwe re ava dike. Her wiha nêrîna paşverû jî bandorê li ser karê jinan di nava sûk û bazaran de dike lê min guh neda gotinên wan û karê xwe bi îsrar berdewam dikim. Divê her jin di warê aborî de serbixwe be û bikaribe jiyana xwe bi rehetî bidomîne. Her wiha ez piştevaniya jinên ku li hember nêrîna civakê derdikevin û bibin xwedî proje û pîşeyan dikim. Ez bi hêvî me ku careke din kirtasiyeya xwe vekim."