Di merasîma Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFA 2023 de tacîza zayendî

Di merasîma xelatê de lîstikvan Jennifer Hermoso rastî tacîza zayendî a Serokê Yekîtiya Futbolê ya Spanyayê Luis Rubiales hat.

Navenda Nûçeyan- Di fînala Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFA 2023’an de Îspanya 1-0 Îngilîstan têk bir. Di deqîqeya 29’emîn de gola ku kûpa ji Spaniyan re anî Olga Carmona avêt.

Ji aliye Serokê Yekîtiya Futbolê tacîza zayendî

Serokê Yekîtiya Futbolê ya Spanyayê Luis Rubiales piştî ku madalyaya xwe ji Serokê FIFA Gianni Infantino wergirt di merasima kupayê ya ku li Sydney a Avusturalya hat lidarxistin de lîstikvan Jennifer Hermoso li hewayê girt û lêvên wê maç kir. Jennifer Hermoso ji televîzyona spanî La 1 re axivî û got:"Hey, min ev nêzîkatî hez nekir!" 

Medyaya werzişê tacîz nedît!

tacîza zayendî ya ku li hemû cîhanê hat dîtin û bandoreke mezin li ser medyaya dîjîtal kir, di gelek nûçeyên werzîşê de nehat dîtin û bi awayê "maçekê" hat dayîn. Lê belê di medyaya Spanyayê de weke "êrîşa zayendî" hat şîrovekirin û bertek hat nîşandan.

Ji çapemeniya Spanyayê bertek

Di hin postên li ser medyaya dîjîtal de, Luis Rubiales hate şermezar kirin û hat diyar kirin ku nîzîkatiyek ne guncav kiriye. Di hinek parvekirina de wiha hat gotin:”Ev şerm û şahidiyek ji zayendperestiya domdar a di futbolê de ye. Pêwîst e birêz Rubiales îstifa bike.”

Nadia Tronchoni, edîtora rojnama herî mezin a Spanyayê El Paîs, ji bo serkeftina roja Yekşemê got:"Jin, keçên vî welatî, pîroz kirin ku serhişkiya me di dawiyê de mêraniyê têk bir. Nadia Tronchoni behsa tacîza zayendî ya Luis Rubiales li Jennifer Hermoso kir û got:"Ev bûyer tîne bîrame ku li pêşiya me rêyek dirêj heye".