Di meha Tîrmehê de 27 jin hatin qetilkirin

Bi bidawîbûna Peymana Stenbolê re, êrîşên li dijî jinan zêde bûne, tenê di meha Tîrmehê de 27 jin hatine qetilkirin. Li gorî nûçeya Dîlan Babat a li Jinnewsê , dema ku 8 jin di meha Tîrmehê de bi awayekî gumandar jiyana xwe dest dan, 4 jin li navçeya Meram a Konyayê di êrişeke nîjadperestî de, 9 jin jî ji aliyê mêrên pê re zewicî ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê qetlîam û şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Jinnews ku nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin berhev kiriye, nivîsandiye di meha Tîrmehê de 27 jin hatine qetilkirin. Li gorî nûçeya nûçegihana Jinnewsê Dîlan Babat 4 jin li navçeya Meramê ya Konyayê di êrîşa nîjadperestî ya li dijî malbateke Kurd de hatin qetilkirin. Di meha Tîrmehê de 8 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di meha tîrmehê de 4 zarok hatin qetilkirin û 11 zarok jî hatin îstismarkirin. Tundî li 16 zarokî hat kirin û hinek jê dikiran bihatana qetilkirin. 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
Di meha tîrmehê de 9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî, 2 jin ji aliyê mêrê ku dev jê berda û yek jî ji aliyê kurê xwe ve hat kuştin. Dîsa jinek ji aliyê bavê xwe yek ji aliyê dayika xwe ve 4 jin ji aliyê mêrên derbarê wan de biryara dûrxistinê hatibû dayin ve hatin qetilkirin. Di tîrmehê de bajarê herî zêde jin lê hatin qetilkirin Stenbol (4).