Di meha Sibatê de 39 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa nûçeyan ya JINNEWS’ê ya meha Sibatê, 39 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê, tundiya li ser jinan her roj zêde dibe. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê ya meha Sibatê, 39 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

 Piştî 19 salan rastî derket holê

 Li navçeya Sîvrîhîsara Eskîşehîrê beriya 19 salan Cansu Siler a 9 salî ku hatibû îdiakirin "întihar kiriye" derket holê ku ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.

Herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin

 Li Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li Bursayê 3, li Bartinê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Burdurê 1, li Dîlokê 1 li Duzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkaleyê 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî jinek hatin qetilkirin. 

Ji jinên hatine qetilkirin 9 ji wan ji aliyê mêrên ku hev berdane ve, 6 ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve, 6 ji aliyê mêrên ku bi wan re di nava têkiliyan de bûn, 8 ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn, 6 ji aliyê kurê xwe ve, 3 ji aliyê bavê xwe ve yek jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya hevberdanê de bûn hatin qetilkirin.