Di meha Gulanê de 18 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora tundiyê KCDP’ê di meha gulanê de 18 jin hatine kuştin û 20 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) bîlançoya tundiya zilaman a meha gulanê bi raya giştî re parve kirin. Li gorî raporê di meha gulanê de 18 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Ji van 18 jinên hatine qetilkirin 10 jin bi kîjan hêcetan hatine kuştin nehatiye tespîtkirin û 7 jin jî wextê xwestine ew û hevjînên xwe an hevalên xwe hevberdin hatine kuştin.