Di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
Li gor çeteleya tundîtûjiyê a JINNEWS’ê di meha Cotmehê de 28 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Mirina 13 jin û 3 zarokan bi awayek gûman kete qeydan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231107-20231107-kadin-jpegca4228-image-jpg1cbd49-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê çeteleya tundîtûjiyê ku li Kurdistan û Tirkiye di ragihandinê de hatî teyîsandin berhevkirî, aşkere kir.
Li gora çeteleya tundîtûjiyê di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin, mirina 13 jin û 3 zarokan bi awayek gûman kete qeydan, 2 jin ji xwestin werin qetilkirin.
12 jin ji aliyê mêre ku pêre zewicî, 2 jin ji aliyê kesê nenas, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê bira, 2 jin ji aliyê cîran, 2 jin ji aliyê mêre pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 1 jin ji aliyê mêrê berdayî, 2 jin ji aliyê mêrê pêre jiyan dike, 2 jin ji aliyê hevalê xwe mêr ê jê qût buye, 1 jin ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.