Di meha Îlonê de 21 jinên karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya meha Îlonê, 21 jin û 8 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), encamên "Rapora Cinayetên Kar" a Îlona 2026’an bi raya giştî re parve kir.

Li gor raporê, li Tirkiyeyê di cinayetên kar de herî kêm 226 karker mirine. Her wiha li gorî raporê, 21 jin, 205 mêr, 8 karkerên zarok û 14 koçber li ser kar mirine.

Ji sedî 22’ê mirinan ji ber qezayên trafîkê û otobusên servîsê, ji sedî 18 ji ber ketina ji bilindahiyê û ji sedî 18 jî ji ber pelçiqîn û hezazê pêk hatiye.