Di meha Çile de 31 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora meha Çileyê ya KCDP’ê, 31 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 25 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Çile ya ku ji serlêdanên ku ji wan re hatine kirin û nûçeyên di çapemeniyê de yên der barê cinayetên jinan de tomar kirine eşkere kir. Di meha Çile de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 25 jinan wek bi awayekî guman hat tomarkirin.
Ji sedî 35’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicîndibûn ve hatine qetilkirin. Ji 31 jinên hatin qetilkirin 12 ji ber wek hevberdanê an jî redkirina lihevnekirinê ku dixwestin li ser jiyana xwe biryarê bidin, hatin qetilkirin. Hincet dîsa heman bû. Ji jinan 1 bi hinceta aborî, 1 ji ber ku di bin lênihêrin de ye, 2 jin ji ber ku dayika wan hevberdanê dixwaze bi hinceta tolhildanê, 1 jî bi hinceta nefretê hatin qetilkirin.
Li gorî raporê, ji van jinan 20 li malê, 6 jin li kolanan, 1 li zeviyê, 1 li dibistana zaroka xwe û 2 jî li derdora mala xwe hatine qetilkirin.