Di Meclisa Neteweyî ya Kuweytê de parlamenterek jin hat hilbijartin

Ji bo Meclisa Neteweyî ya Kuweytê, tenê parlamenterek jin hat hilbijartin. Janan Muhsen Remezan piştî têkoşîna demdirêj a salan bû yekem namzeda jin.

Navenda Nûçeyan – Di Meclisa Neteweyî Kuweytê ya ku ji 50 parlamenteran pêk tê namzedek jin bi sîstema yekalî ya dengdana hilbijartinê hat hilbijartin.

Tevî pêşketina şaristanî ya ku Kuweyt gihîştiye, roja 7’ê Hezîranê, encamên hilbijartinên Meclisa Neteweyî ya sala 2023’an ku ji 50 parlamenteran pêk dihat, hatin eşkerekirin û parlamenterek jin hat hilbijartin. Wezîra berê Janan Mohsen Remezan ji hilbijêrên li herêma sêyem 5048 deng bi dest xist. Ji dê îsal bibe yekane jin ku endametiyê wergirtiye.

Janan Mohsen Remezan piştî têkoşîneke dirêj ji bo bidestxistina mafê namzedbûn û hilbijartinê yê jinan di sala 2006’an de bû yekem namzeda hilbijartinên meclisa şaredariyan.

Ev rêjeya hindik a ku jinan di encûmenê de bi dest xistiye delîla çend gavan e ku jinan li Kuweytê di warên cur be cur ên karûbarên giştî de, pêşengî, çand, aborî, siyaset, dadwerî, geşepêdan, rêveberî û yên din de gav dane avêtin.