Di lehiya li Libyayê de 11 hezar cenaze hatin dîtin

Li Libyayê ji ber lehiya ku bû sedema karesateke mezin, cenazeyên 11 hezar kesan hatin dîtin û hat diyarkirin ku herî kêm 10 hezar kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Bahoza “Daniel” û barana ku li ser Deryaya Spî ya Navîn bandoreke dijwar kir, di 12’ê Îlonê de li Bingazî, Beyda, Merc, Sûse û Derne yên li rojhilatê Libayayê, bû sedema karesata lehiyê. Hat diyarkirin ku bi hezaran kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî winda ne.

Cenaze li keviyên avê hatin dîtin

Lehiya mezin li Derneya ku 90 hezar şêniyên wê hene bû sedema hilweşandinê. Li bajarê ku ava lehiyê bû du beş, hat diyarkirin ku heta niha cenazeyên 11 hezar kesan hatine dîtin û tê texmînkirin ku 10 hezar kes jî winda ne. Hemû apartmanên ku li navenda bajar li ser newaleke dirêj hatibûn çêkirin bi temamî hilweşiyan. Li gorî agahiyan cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo teşxîskirina malbatên wan li kolanan hatine rêzkirin.

Li taxên ku nêzî Derya Spî ne jî cenazeyên mirovan li keviyên deryayê hatin dîtin. Wezîrê hewadariya sivîl ê hikumeta ku rojhilatê Libyayê birêve dibe Hichem Abu Chkiouat jî got: "Ji deryayê her dem bi dehan cenaze li keviyê dikevin."

Herî kêm 30 hezar kes bê mal man

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya girêdayî NY’yê (IOM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Derneyê herî kêm 30 hezar kes bê mal mane. Di medyaya dîjîtal de ji ser hesabê “Derne Zoom” dîmenên kolanên ku di bin avê de mane bi gotinên “Berê bajarekî bi navê Derne hebû” hatin parvekirin.

NY’ê ji bo alîkariya lezgîn bang kir

Koordînator û Alîkarê Sekreterê Giştî Berpirsyarê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martîn Griffiths, bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku karesateke pir mezin e, bûye sedema zirarên mezin. Martîn Grîffîths, diyar kir ku destpêkê divê ji bo 250 hezar kesan alîkariya lezgîn were şandin û bal kişand ku pêdivî bi alîkariyên bingehîn ên ji bo rizgarkirina jiyanê hene divê ku bi lezgînî bigihîjin wan, bi wê yekê dê bikaribin pêşî li krîza tendirustiyê bigrin.Martîn Grîffiths, bi gotinên; “ Em ji bo alîkariya 71,4 milyon dolarî banga alîkariya lezgîn dikin” bi bîr xist ku NY’yê ji Fona Rewşa Lezgîn  (CERF) 10 milyon dolar ji bo vê karesatê veqetandiye.