Di konferansa jinên Libnanê de biriyarên giring hatin girtin
Konferansa jinên Lubnanê ya bi diruşma ‘Ji dijwariyê guherîn tê’ hatî destpêkirin, bi niqaşên dagirtî bal kişandin ser tundî û neheqiya ku li ser jinan û keçên ciwan tên kirin.
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd - Konferansa Jinên Lubnanî, bi diruşma “Ji dijwariyê guherîn tê” 7’ê Tebaxê li Beyrudê hate li dar xistin û rojekê dom kir. Dîwana konfaransa ji Dr Otiba Merhebi, dektora Aida Nasrallah, Endezyar a Mîmar Dolly Al-Khabbaz û dadger Jean Azzi pêkhatî, herî zêde nîqaş li ser Qanûna Rewşa Kesane hate kirin. Di serî de Dr Otiba Merhebi mafê axaftinê girt û bal kişand ser neheqiya di qanûnên rewşa kesane de li welatiyan tê kirin û li ser mudaxeleya kesan a di dema zewac û hevberdanê di olên cihêreng ên yekxwedayî de rawestiya.
“Jin despêkê ji aboriyê hat durxistin”
Seroka Komîteya Mafê Jinên Lubnanê Dr Aida Nasrallah jî girêdayî heman mijarê nirxandin kir û got: “Ez di wê baweriyê de me ku hinek kêliyên diyarkirî yên dîrokî hene ku civaka mirovî ji bo berjewendiyên mêran hatiye guhertin. Ev jî bi rastiya aborî ve girêdayî ye, ku jinan di aboriya malbat yan jî eşîretê de wezîfeyên girîng digirtin û zarok jî di wê demê de nasnameya dayikê digirt ne ya bav. Vê dema dîrokî bi çandiniyê despêkir û paşê jî bi pîşesaziyê dewam kir. Dema ku bi dirêjiya dîrokê re xebata aboriyê ji destê jinê hat girtin, êdî rola wê jî kêm bû. Ji ber ku aborî pozîsyona mirov diyar dike. Xaladinê ya giring ku rola zayenda diyar dike jî zimane. Pergala deshilatiya mêr piştî aboriyê ziman jî xist bin tekela xwe û jin ji wê jî dur kirin. Weke ku jin nazike, biyolojiya wê cudaye divê bi baldarî lê bê nêrîn ji xebatên stratejîk dur kirin. Dibe ku biyolojiya me weke jin cuda be ji ya mêran, lê di aliyê hêz û vînê de cudahî nîne, dikare her karî bike û ev jî di dirêjahiya dîrokê de bi mînakan hatiye dîtin.”
“Kampanyaya Xelas, jinê ji zilmê xelas dike”
Endezyar a Mîmar Dolly Al-Khabbaz jî di nirxandina xwe de qala kampanyaya ‘Xalas’ ya ku nû despêkiriye kir û got: “Kampanya ji kombûna çend jinên li dadgehên olî yên ji mezheb û olên cuda ku rastî şîdet û neheqiyê hatine pêktê û îro ew hemû weke malbatekêne. Em her jinên bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne pêşwazî dikin û armaca xebatên xwe jêre şîrove dikin. Ka çawa tevbigere û çawa mafên xwe bi dest bixe, em li kêleka wê disekinin û piştî xebatê nas dike ew jî dibe beşek ji vê kampanya yê. Di kampanyayê de jinên rastî şidet û neheqiyê hatine û yên ku baweriya wan bi doza kampanya tê cihê xwe têde digre. Kampanya zanista hunerî, çandî û olî zêdedike. Her wiha me stranek bi navê ‘Xelas’ çêkiriye û em niha li ser hilberîna fîlmekî û sitranek din amadekariyê dikin û em alîkariya jinên di vana liyan de berhemdar dikin. Ez ne çalakvanek civakî bûm lê neheqiya ku ez rastî hatim li dadgehên olî hiştiye ku ez bighim vê xebatê. Zagonên Lubnanê ez matmayî hiştim, ji ber ku piştgirî nedidan jinê. Armanca min ew xwe bigihînim jinên pêdiviya wan bi alîkariyê heye û ti jinekdin rastî tiştên me jiyayî û pêre hatine ru hev neyên û nejîn.”
“Ji bo nasîna qirkirinê”
Di rûniştina ku qala şîdetê û qanûna sûcdarkirina şîdeta nava malê hat kirin de, Mary Farhat serpêhatiya xwe ya bi şîdeta nava malê re çêbûyî vegot û diyar kir ku ew rastî şîdeta devkî, fîzîkî û exlaqî hatiye lê wê dev ji berxwedaniya xwe ne berdaye, her çendî ku ew ji kurên xwe mehrûm bûye jî piştre ew vegeriya zanîngehê ji bo ku xwendina xwe biqedîne, bi rastî jî serket û navenda xwe ya perwerdehiyê vekir.
Seroka Komeleya Jîn a Jinên Lubnanê Buşra Alî jî di rûniştinê de de peyivî û destnîşan kir ku jin çawa ji xwedawendiyê veguherandine madeyê û ji bo deshilata xwe weke malzemeyekê bi kar tînin.
“Ya niha li ser me tê ferzkirin jenosîda jinane”
Her wiha Mary Farhat jî bal kişand ser azadiya jin û pira: “Ma nûnerên jinan ên li Meclîsê û jinên di dozgeriyê de cîh digirin jinên birastî bi vîna xwe dikarin kar bikin û bi hişê xwene yan tenê di warê zayendî de bi şiklî li wê ne?” kir û li ser wê nirxandinên xwe domand. Mary Farhat dîyar kir ku di alîyê dîrokî de, rastîya aborî û civakî li dora jinan dizivire û ew paşê ji alîyê pergala mêr a baviksalarî ve ji aborîyê tê dûr xistin û di malê de dibe xebatkarek belaş ango bê heqdest. Mary bal kişand ser jinên çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ku van salên dawî rastî tundî û kuştinê hatine ji ber ku ew di war û welatên xwe de pêşengin û got: “Em bi tunekirin, kuştin û tundiya ser jinan re rû bi rû ne. Em hê jî hewl didin ku rêxistinên navneteweyî jenosîda jinan ya ku çêdibe nas bikin. Ji ber ku di bingeha her jenosîdê de qirkirina jinan heye. Mînaka wê komkujiya Şengalê ye, ku mînakek zindî ya qirkirina nifşek tevahî heye, ku dibe sedema ji dayikbûna nifşek ji xwe biyanî. Ji bo vê yekê pêwiste em bi hişmendî û berjewendiyên xwe dîroka azadiya jinê binivîsin."
Parêzer û seroka Komîteya Hiqûqî ya Kombûna Jinên Demokrat yên Lubnanî Manal Majed jî bal kişand ser qanûna tundiya Malbatî û istastîstîkên kuştinên jinan ku ji hêla hêzên ewlekariya navxweyî ve hatine derxistin têde diyar dikin ku bûyerên şîdeta nava malê li Lubnanê zêde bûne û bi belavbûna virosa korona re ev rêje gihaye ji sedî 104’an û rewşa aboriyê hîn dijwartir bûye.
“Hewceye giringî bê dayîna xwendina zarokên keç”
Di rûniştina sêyemîn de, rêvebera Dibistana Dohat Al-Makassed li Saida, Hana Jumaa, li ser rola dibistanê û pêşengên perwerdehiyê di avakirina nifşan de peyivî û bal kişand ser girîngiya xwendinê li gel zarokên keç û wiha got: “Haya keçên me hebe mafê xwendinê deriyê hemû mafane. Hewceye ji bo çareseriya pirsgirêkan em derfet bidin zarokên keç bixwînin.” Hana banga hêzdarkirina keçan kir da ku karibin derbarê jiyan û xebatên xwe de biryaran bi xwe bigirin, her wiha giringî da hişyarkirin û haydarkirina malbatê da ku zarokên xwe bi taybet keçan ji xwendinê qut nekin.
Seroka Yekîtiya Komîteya Malbat li dibistanên taybet Lama Tawil jî li ser mijara qutbûna ji dibistanên taybet yên li herêmên dûr axivî û got: “Divê girîngî bê dayîna van herêman ji ber ku interent li herêma Qaraoun tuneye bala xwendekeran naçe ser xwendinê."
Giringiya nêrîna jinan di ragihandin û navendên biryargirtinê de
Di daneşîna dawî de jî nîqaş li ser nêrîna jinan di ragihandin û çawaniya danûstandina ragihandinê bi dozên jin re hat kirin. Her wiha Dr Khaledat Hussain jî li ser rastiya jina Filistînî di navendên biryargirtinê de axivî.
Di dawiyê de hemû jin li ser aktîvkirina daneşînên hişyarî ji bo jinan li hev kirin, da ku jin di hevsengiyê de mafê xwe bi zanibe û li dijî hemû cureyên îşkenceyan li ber xwe bide.
Digel pêşxistina plansaziyên kar ên stratejîk û sîstematîk ku hêzek zextê li ser rayedarên pêwendîdar ava bikin bi mebesta ku bi peymana CEDAW, pêgirî bin, hemû bendên wê bêyî îtiraz bicihbînin û xurtkirina hevkariya di navbera hemû aliyên têkildar de di derbarê mijara zayendî de da ku bitecrubeyan biguherînin û ji ezmûnan fêr bibin.
Alîkariya jinên mafê wan binpêkirî bi rêbazekî qanûnî di rêya vekirina xêzek germ ji bo şêwirmendiya dadrêsî, an bi avakirina stargehan û têkoşîna zîhniyeta mêr bi hemû şêwaz û amûrên wê di saziyên fermî, civak û malbatê de.
Amadekirina daxuyaniyek rewşenbîrî û têgihîştî ya femînîst, ji bo jin karibe rastiya xwe ber bi başiyê ve bibe û pergalek jinan a zana ava bikin ku bikaribin tengaviyên heyî çareserbikin.
Wan tekez kir ku divê jin êdî ji wî cihê ku wek hilberîner an bedenek kêfê dihesibîne derkeve da ku bibe kesayetek aktîv û çalak. Mafê jinê heye ku dîroka xwe binivîse ji berdêla ku mêr binvîse, ji bo ku ew bi subjektîvîteyek zanistî hebûna xwe ava bike û pêşeroja xwe pêşbîn bike.
Damezrandina Çavdêriyek Erebî ji bo Perwerdeya Gelerî ku wezîfeya wê organîzekirina desteyek îdarî ye ku beşdarî dariştina qanûnan bibe, damezrandina hêzek zextê ji bo derxistina qanûnek statûya kesane ya yekbûyî û mecbûrî û piştgirîkirina kampanyaya hemwelatiya min ji bo min û malbata min mafeke.
Zexta ji bo pejirandina biryarnameyek ji bo bicîhkirina qanûna perwerdehiya mecbûrî di hemû astan de, hêzdarkirina keçan bi jiyan û jêhatîbûnên civakî ku bikaribin biryarên serbixwe bidin û rêça jiyana xwe diyar bikin. Divê jin şêwaza xwe ya rewşenbîrî û hişmendî teşe bikin ku bikaribin rastiya xwe ber bi başiyê ve biguherînin.
Divê jin hayî ji nasnameya xwe hebe û hebûna xwe bide îsbatkirin.