Di konferansa ‘Jin Jiyan Azadi’ de peyama yekîtiyê
Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Swêdê tê lidarxistin di roja dûyemîn de berdewam kir. Dr. Rojîn Mokriyanî ya beşdarî konferansê bû got, “Ger li ser bingehê netewa azad yekîtî bê avakirin, dê çavkaniya hemu pirsgirêkan bê çareserkirin.”
Navenda Nûçeyan – Komalên Azadiya Jinên Kurdistan (KJAR) li Stokholm a peytaxta Swêdê konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya dû rojan berdewam kir lidar xist. Di roja dûyemîn a konferansê de ku ji gelek welatan jin beşdar bûn, axaftin hatin kirin.
Konferans bi axaftina Dr. Nîda Hoşeg ya li Swêd û Akademiya Kanadayê bi berhemên xwe tê nasîn berdewam kir.
Dr. Nîda Hoşeg li gel mijarên wêrankirina cih û war, ekolojî û bajarên Rojhilata Navîn, li ser şoreşa jinan jî axivî. Nîda Hoşeg îşaret bi wê yekê kir ku desthilatên li Rojhilata Navîn bi taybetî rejîma Îranê ji bo berdewamkirina dîktatoriya xwe xweza û bajarên Kurdistan û Îranê tune dikin û wiha got:
“Jiyana bi milyonan kesan her ku diçe zêdetir tê tunekirin. Di merheleya em tê de av vexwarin jî li Îranê tiştek wiha ye ku her kes nikare bike. Ji bo her kesê parvenekirina çavkaniyên xwezayî di nav beşên civakî de bûye sedema pevçûnên mezin. Bê guman wêrankirina xwezayê herî zêde bandorê li jinan kir. Dema di tevahiya civakê de krîz tê jiyankirin, kîjan beşê civakê ji vê herî zêde bandor dibe ew beş di refên pêş ê têkoşînê de cih digre. Ger ji wêrankirina ekolojiyê jî herî zêde jin bandor dibin, di berxwedana ji bo xwezayê de jî em dikarin bêjin ku dê jin li refên pêş cih bigrin. Ji vê xalê û şûnde êdî li naverasta berxwedana femînîst de alternatîfa berxwedanê ya li ser navê ekolojiyê heye. Ji ber xerabûna ekolojiyê em dibînin ku bi polîtîkayên dagirkeriyê jin axa xwe diterikînin, tundiya dewletê ya li hemberî wan kêm nabe û dewlet hemu welatê vediguherîne sinayiya leşkerî. Ji ber vê yekê pêyva ‘ekofemînîzm’ êdî di rojeva jinên li Rojhilat û Kurdistanê de ye. Ev hişmendî piştî qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ jî bi awayekê bihêz ket rojevê.”
Rojin Mokriyani: Divê pergala netew dewletê bê nîqaşkirin
Piştî Nîda Hoşeg, Rojîn Mokriyanî ya di Zanîngeha Cork College de li ser tahakkum, dagirkerî, înşaya desthilata netewperestî dixebite mafê axaftinê wergirt. Rojîn Mokriyanî ya bal kişand li ser pergala netew dewletê anî ziman ku her çiqas ji bo seranserî cîhanê behsa berxwedana jinan tê kirin jî divê ev rastî li ber çavan bê girtin û ji bo yekîtiya berxwedanê li ser pergala netew-dewlet ê ku xwe li ser krîza ekolojîk, aborî, êrişkarî û dagirkeriyê xwedî dike bê nîqaşkirin.
Rojîn Mokriyanî destnîşan kir ku li erdnigariya Îranê pirsgirêkên rojane digihin rewşekî wisa û ew li çavkaniya hemu pirsgirêkan dinihêrin û wiha domand: “Hemû sedem ji bo yekdestî serwerbûnê hatin ba hev. Di heman demê de çavkaniya pirsgirêkan pergala netew-dewletê ye. Bi pergala serweriya mêr-netew-dewletê ve pergala kapîtalîzmê bi hemu aliyan bûye yek û di encama vê de qirkirina etnîk, hilweşîn û tundiya zayendî, metîngeriya kedê û hilweşîna ekolojîk derket holê.”
‘Di tevahiya berxwedanê de pirsgirêka Kurdistan û Belucistanê qet nehat nîqaşkirin’
Rojîn Mokriyanî anî ziman ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanekê mezin hatiye destpêkirin û hemu cîhan li ser yekîtî û yekbûna jinan axiviye û wiha got: “Lê aliyên vê serhildanê hê jî têkiliyên xwe bi awayekê kûr û bi tendirust bihêz nekiriye. Ji ber ku pirsgirêka netewî nehatiye nîqaşkirin hemu beşên civakê nikarin di berxwedanê de bi awayekê bihêz cih bigirin. Mînak di tevahiya pêvajoya serhildanê de pirsgirêka Kurdistan û Belucistanê qet nehat nîqaşkirin. Partiyên berxwedanê jî li ser vê bingehê nekarîn ziman û vegotinekê hevpar înşa bikin. Mixabin, dê ev yek pêtên berxwedanê yê di pêşerojê de jî bitepisîne. Bi taybetî çaresernekirina pirsgirêka pir netewî, di navbera fraksiyon û komên çep ên li Îranê de bû serdema pevçûnên mezin. KJAR bi awayekê zelal derxistiye holê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka netewî tevgera azadiyê xwedî misyon û paradîgmayek rasteqîn e û mîmarê vê paradîgmayê jî Abdullah Ocalan e. Ger li ser bingehê netewa azad de yekîtî bê avakirin, dê çavkaniya hemu pirsgirêkan ango netew-dewlet jî bê çareserkirin.”