Di keştiya koçberan ya li Yunanistanê bin av bûyî de 800 kes hebû

Rayedarên Pakistanê ragihandin ku di Keştiya koçberan ya di nivgirava Mora ya Yunanistanê de bin av bû de 800 kes hebûn û diyarkirin ku di qezayê de 300 Pakistanî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Di keştiya koçberan a ku di 14’ê Hezîranê de li nivgirava Mora ya Yunanistanê binav bûyî de heta niha 81 cenaze hatine dîtin. Keştiya koçberan ya ku di 10’ê Hezîranê de ji peravên bajarê Tobruka ya Libyayê ketî rê hat zanîn ku tenê 104 kes di jiyanê de mane.

Yên ku ji qezayê rizgar bûn li kampa koçberan ya Malaksa ya Bakûrê Atîna bi cih bûne. Yên ku xwestin ji keştiya ku binav bûye agahî bigrin, bi hêviya ku wê xizm û nasên xwe bibinin diçin kampa Malakasa.

Hat zanîn ku di keştiyê de 750-800 kes hene

Polîsê Pakistanî Riaz Mugnal ku ji ajansa Reutersê re axivî wiha got: “Em ji dû kesên ku di jiyanê de mane, gumanbarên hatin girtin û malbatan fêrbûne keştiyê nêzî 750-800 kes rakiriye.” Senetoyê Pakistanî Muhammed Sanjrankî destnîşan kir ku di qezaya keştiyê de 300 Pakistanî jiyana xwe ji dest dane. 

Mohamed El Sayed El-Dadamony Radwanê 54 salî bi birazê xwe yê di jiyanê de mayî re hate gel hev got: “Ez li birayê xwe digerim, ji bo ez wî bibinim divê ez bizanim keştî li kuderê binav bûye.”  El-Dadamony Radwan ji Almanya hatiye Yunanistanê got: “Ez dixwazim lê bigerim, yên ku di jiyanê de û jiyana xwe ji dest dane di lîsteya qeydên nexweşxaneyan de nabînim.”

Ciwanên Sûryeyî yê 18 salî Mohammad Hadhoud di roja Yekşemê de bi saxî rizgar bûyî bi birayê xwe Fedî re hate gel hev. Fedî diyarkir ku tiyê wi di qezayê deye. Atia Al Said 22 salî yê Misrê got: “Mamê min li gel min di keştiyê debû, keştî binav bû, ez li mamê xwe digerim, nabînim.”