‘Di kesayeta Rêber Apo de civaka Kurd hedef tê girtin’
Jinên Efrînê yên koçber diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî nirxên mirovahiyê ye û gotin ku di kesayeta Rêber Apo de komplo li ser civaka Kurd tê meşandin.

HESNA MIHEMED
Şehba - Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de, heya vê kêliyê di zindana Îmraliyê de ji aliyê hêzên komploger ve rojane polîtîkayên tecrîdê li ser tê meşandin. Ev ne cara yekem û ne jî dawî ye ku cezayê disîplînê li ser ferz dikin. Dewletên hegomon dixwazin bi riya tecrîdê îrade û vîna gelan lawaz bikin. Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin bi tecrîdê re jin û civaka Kurd bi giştî tê hedefgirtin.
Hemîda Omar tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin anî ziman û got: "Em tecrîdê li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Tecrîdê di nav tecrîdê de li ser Rêber Apo ferz dikin. Girankirina tecrîdê lawazbûna hêzên hegomanîk nîşan dide, armanca wan ew e ku civak ji Rêber Apo qut bibe. Rêber Apo bi riya fikir û felsefeya xwe hewl dide, hemû pêkhateyên civakê di nava projeyek demokratîk û hevsengî de bijîn lewra her dem ji aliyê hêzên desthilatdar ve ku li dijî vê fikrê ne rastî tecrîdê tê. Lê tu carî wê nikaribin bigihîjin xeyalên xwe û Rêber Apo ji me dûr bixin. Her çiqas tecrîd tê girankirin jî girêdana me bi Rêber Apo re zêde dibe. Dewletên desthilatdar dixwazin gelê Kurd qir bikin."
‘Tevahî civaka Kurd hedef tê girtin’
Zeyneb Xelîl jî diyar kir ku komploya tê meşandin ne tenê li ser kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, gelê Kurd jî hedef digre û wiha domand: "Em tecrîdê şermezar dikin. Bi vê komployê tê xwestin di kesayeta Rêber Apo de civaka Kurd bi temamî hedef bigrin û tune bikin. Bi saya derketina fikrên Rêber Apo îro gelê Kurd li tevahî cîhanê bi mafên xwe yên rawa bang dike. Em ê fikra Neteweya Demokratîk di nava civakê de zêdetir belav bikin da ku bi hev re Rêber Apo ji zindanê azad bikin."
‘Divê rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabe’
Emel Mihemed destnîşan kir ku divê rêxistinên mafên mirovan erkê ku dikeve ser milên wan pêk bînin û ev tişt anî ziman: "Li gorî qanûnên navneteweyî, mirovek dema temenê xwe yê 70 salî derbas bike divê ji zindanê bê berdan lê Rêber Apo temenê wî 70 sal derbas kiriye û heya niha tu rêxistinên mirovî ji bo mafên wî dengê xwe nakin. Divê hemû rêxistinên navneteweyî ji bo azadiya Rêber Apo tevbigerin."