Di kampa Êzidiyan de şewat derket û 3 kes şewitîn

Li kampa penaberên Êzidî lê diman a Bêrisvê şewat derket, du jê zarok ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndarbûn.

Navenda Nûçeyan – Li kampa Bêrsivê ya li navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Êzidî lê dimînin serê sibehê ji ber temasa ceyranê şewat derket. Li gorî agahiyan du jê zarok ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndarbûn. Birîndar rakirin nexweşxanê.
Penaberên Êzidiyên ji ber fermana 3 yê Tebaxa 20214’an ji Şengalê reviyan û li Bakurê Kurdistanê di kampan de dimînin, rastî zor û zehmetiyên jiyanî tên. Malbata Xalid ê serê sibê agir bi konê wan ketî û bi xwe li gel du zarokên xwe jiyana xwe ji dest dayî li gel malbata xwe di dema êrîşan de ji ber hovîtiya DAIŞ’ê koçber bûyî jî li kampa Bêrsivê di bin kon de dima.