Di 41 rûpelên îdîameya derbarê wê de navê wê derbas nabe
Wê cara yekem danaşîna Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû were li dar xistin. Di îdenameya 43 rûpela ku derbarê Dîcle Muftuoglu hatiye amadekirin di 41 rûpelan de derbarê wê de rêzek jî nîne.
Navenda Nûçeyan- Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurahman Gok duh di danişîna duyemîn a dozê de hate tehliyekirin. Danişîna yekem a Edîtora MA’yê û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû wê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê li dar xistin.
Di roja rojnemegeriyê de hate girtin
Dîcle Muftuoglû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gel Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz di 29’ê Nîsanê de li Amedê hate binçavkirin. Dîcle Muftuoglû, li gel Sedat Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji ber xebatên rojnamegeriyê hat sûcdarkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.
Di îdeanameya 43 rûpel de di 41 rûpelan de navê wê derbas nabe
Derbarê Dîcle Muftuoglû de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘avakirin û rêvebirina rêxistinê’ îdianame hate amadekirin. Îdianameya, di 6’ê Îlonê de hate qebûlkirin, ji 43 rûpelan pêk tê. 41 rûpelên îdianameya behsa xeberê ji ‘avadaniya giştî ya PKK û KCK’ê û şêweyê rêvebirinê’ pêk tê û îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên têkildarî vê şêweya rêvebirinê pêk tên. Di nava van şahidan de Kerem Gokalp, Samî Baran û Ulaş ên di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin û Doza Kobanê de cih girtin jî hene. Di heman demê de şahidê nepen ê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku derheqê nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin girtin û di danişîna ewil de hatin berdan de îfade dabû jî heye.
Axaftina bi hevpîşeyan re sûce!
Li gorî îdiaya şahidê eşkere Kerem Gokalp; Dîcle Muftuoglû di sala 2014’an de li qada Xinêrê mehekê aliyê bîrdoziyê de perwerde dîtiye. Li gorî îdiaya şahidê nepen ‘K8Ç4B3L1T5’ jî Dîcle Muftuoglû li Amedê bi rêxistinên jinan re nêzî hev in. Her du şahid jî Dîcle Muftuoglû bi îdiaya ‘kadroya PKK’ê’ tawanbar dikin.
Di heman demê de axaftinên Dîcle Muftuoglû yên li ser telefonê bi hevpîşeyên xwe û siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan re kirin ku çavkaniyên nûçeyanê jî weke sûc hatine nîşandan. Dozger ev rewş di îdianemeyê de weke ‘xebata rêxistinê’ nirxandiye.
Di îdianameyê de têkildarî hevdîtinên mijara gotinê de ‘ji bo vesazkirina xebatên rêxistinî, amadekirina çalakî û xebatan’ kiriye.
Dîroka derketina ji derveyî welat cuda hate dayîn
Di îdeanamayê de yek ji xisûsên din ên balkêş a serdanên Dîcle Muftuoglû yên derveyî welat in. Şahidê eşkere Kerem Gokalp îdia kir ku Dîcle Muftuoglû di sala 2014’an de çûye Herêma Federe ya Kurdistanê. Lê belê Dîcle Muftuoglû di sala 2017’an de derketiye derveyî welat. Rojnameger Dîcle Muftuoglû ji bo şopandina referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di sala 2017’an de çû herêmê lê di îdianameyê de ev serdan weke sala 2014’an hatiye destnîşankirin.”
‘Sûcbariya jiyana civakê’
Di îdeanameyê de danûstandina pereyan a Dîcle Muftuoglû jî weke hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hate nîşandan. Di berdewamê de hat îdiakirin ku Muftuoglû jiyana xwe ya civakî ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ weke qilf bi kar tîne.
Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Dema bi awayeke giştî delîlên derheqê gumanbarê de tên nirxandin; gumanbar li Navenda Qada Îdeolojîk a rêxistinê ya çekdar a PKK/KCK’ê li gorî fermanan tevdigere û jiyana xwe ya civakî ji bo nixûmandina vê rewşê bi kar tîne û li gorî nepeniyê tevdigere (...)”