Di hilbijartinên Mexribê de hejmara namezedên jin zêde bûye
Ji hejmarên fermî yên têkildarî hilbijartinên parlamentoyê li Mexribê ku di 8'ê Îlonê de hatine diyarkirin eşkere bû ku hejmara namzedên jin zêde bûye.
Mexrib- Wezareta Navxweyî ya Mexribê di daxuyaniyeke ku di 27'ê Tebaxê de weşand, ragihand ku zêdebûneke berbiçav di hejmara jinên ku beşdarî van hilbijartinan bûne de çêbûye.
Partiyên Mexribê ji bo hilbijartinên li pêş 1472 lîste li ser asta navçeyên herêmî radest kirin ku hejmara namzedan gihîştiye 6815’an.
Li gorî daneyan, hejmarek zêde ji aliyê jin û mêran ve hatiye tomarkirin. Ev yek li gorî hilbijartinên berê yên sala 2016'an baş e.
Li gorî daxuyaniyê, pêşbaziya ji bo kursiyên li kom û herêman gihîştiye 17 kesan her wiha 97 lîsteyên kolektîf bi pêşengiya jinan hatine destnîşankirin.
Wezareta Karên Hundir a Mexribê diyar kir ku partiyên Edalet, Pêşveçûn, Serxwebûn, Modernîte û Komeleya Neteweyî ya Serbixwe, dikaribûn hemû hilbijartinên herêmî bişopandana.
Li gorî daneyên çavdêriyê diyar bû ku ji sedî 69 ji berendamên kolektîf ên dewleta berê ji nû ve ji bo hilbijartinên 8’ê Îlonê yên pêşwext serlêdan kirine. Ji sedî 16 ji wan ji Komeleya Neteweyî ya Serbixweyan re, ji sedî 13 ji Partiya Modernîteyê, ji sedî 12 ji Serxwebûnê ne, ji sedî 8 ji Yekitiya Sosyalîst in û ji sedî 5,5 ji Partiya Dad û Geşepêdanê ne.
Hejmara namzedên serbixwe yên ‘bêyî pêwendiya siyasî’ ji bo hilbijartinên kolektîf ji 1002 berendamî derbas nake, di heman demê de hejmara namzedên jin jî zêde bûye û gihîştiye ji sedî 30 namzedan.
Cara yekemîn hilbijartina giştî û herêmî di rojekê de dê werin lidarxistin
Der barê meclisên herêman de ku bi tevahî 678 kursî hene, hejmara giştî ya navnîşanên namzediyê gihîştiye 1123 lîsteyan ku ji 9892 berendaman pêk tê û bi navînî ji bo her kursiyek nêzî 15 berendam, ji wan 3936 namzedên jin in.
Roja 26’ê Tebaxê, kempanyaya hilbijartinê ji bo hilbijartina heştemîn a Îlonê dest pê kir ku tê plankirin hikumetek nû çêbike piştî bidawîbûna erka hevbendiya heyî ya bi serokatiya Partiya Dad û Pêşketinê ya Islamî. Ev jî yekem car e di dîroka padîşahiyê de ku hilbijartinên parlamento û herêmî di rojekê de tên lidarxistin.