Di hilbijartinên Mexribê de bi milyonan kes dê deng bidin
Komîseriya Bilind a plandanînê û komîteya erkdar li Mexribê di 6'ê Îlonê de eşkere kir ku dê milyonek jin yekem car di hilbijartinê ku dê di 8'ê Îlonê de pêk werin de biçin ser sindoqan.
Mexrib- Ji hejmarên fermî yên ji hêla Komîsyona Bilind a Plandanînê ve hatin weşandin de diyar bû ku dê nêzî 3,002 milyon kes cara yekem di hilbijartinên 2021'ê de deng bi kar bînin, ev kom jî wê ji ciwanan ji sedî 11,9 ên ku temenê wan gihîştiye dengdanê pêk tê.
Komîseriya bilind di nîşeyeke bi sernavê "Hin taybetmendiyên hilbijatininê yên cara yekem di hilbijartinên 2021'ê de" diyar kir ku mijara hilbijartinê girêdayê beşên ciwanan ên ku temenê wan di navbera 18'e û 22 salî de ye û yên ku wê di dema hilbijartinê de bigihîjin temenê dengdanê de ye.
Di nava dengdêran de 1,473 jin hene
Her wiha di bruşûra ku bi munasebeta hilbijartinên zagonî, herêmî û komunal ên di 8'ê Îlonê de bên lidarxistin de hatiye diyarkirin ku di nav van dengdêrên yekem de 1,473 milyon jin in ku ji sedî 49,1 e û hejmara dengdêrên bi giştî 1,792 ku ji sedî 59,7 e.
Li gorî komîseriyê rêjeya hilbijêrên cara yekem ji sedî 88,9 ji wan nezewicî ne ku ji sedî 98,6 ji bo zilaman e, ji sedî 79 ji bo jinan e her wiha hejmara kesên zewicî nêzê ji sedî 10,8 e ji bo jinan lê ji bo mêran ji sedî 1,4 e.
Ji her kategoriyê dengdêr hene
Li gorî lêkolîna neteweyî ya der barê xebatê de ku di van demên dawî de ji sala 2021'ê ve kategoriya dengdêrên nû ji sedî 18,9 ji karkerên çalak in û ji sedî 18,4 ji jinên malan û ji sedî 51,6 ji xwendekar û şagirtan pêk tê.
Li gorî heman çakaniyê ji sedî 29 ji hilbjêrên cara yekem li ser asta neteweyî kar nakin û ne di dibistanan de ne û ji sedî 72 ji wan jin in û ji sedî 81 ji kategoriyên ji deverên gundewar pêk tên.
Li gorî komîsyonê rêjeya kar ji bo dengdêrên yekem gihîşt ji sedî 18,9 ku ji sedî 29,4 ji kategoriyan di nav mêran de û ji sedî 8,3 ji kategoriyên di nav jinan de, ev rêje li deverên gundewar bilindtir e û gihîştiye ji sedî 31,7 û li gundewarên derdora bajar gihîştiye ji sedî 11,2.