“Di hilbijartinên Filistînê de rola jin û ciwanan diyarkere”

Ji namzetên lîsteya “Nebid Elbeled” a hilbijartinên Filistînê yên 22’ê Gulanê bên kirin Îsra El-Qiyyah diyar kir ku roja jin û ciwanan di xebatên hilbijartinê de diyarkere.

 
TEHRÎR BENÎ SEXIR
Ramallah – Ji sedî 40 namzetên lîsteya "Nebid Elbeled" a ji bo hilbijartinên rêveberiyê yên piştî 15 salan dê 22’ê Gulanê bên kirin ku ji aliyê Konseya Zagonsaz a Filistînê ve hatî amadekirin jin in.  Ji namzetên di lîsteyê de cihê xwe girtiye İsraa – El Qiyyah girêdayî xebatên hilbijartinan ji ajansa me re nirxandin kir û anî ziman ku rola jin û ciwanan di hilbijartinê de diyarkere. 
Îsra El-Qiyyah a 34 salî ji bajarê Keferzêbad a başûrê  Tolkrom ya ku bawernameya Zanistên Civakî ji Zanîngeha Qudis ê ya bajarê Tolkrom ê girtiye bilêv kir ku pêdiviya xebatê bi beşdariya jin û ciwanan heye ji bo di meqamê biriyargirtinê de bandorek erênî nîşan bide.
Namzetên temenê wan di navbera 28-45 salî de ji sedî 92 ne