Di hilbijartinên Filistînê de 405 namzetên jin hene

Lijna Hilbjartinên Navendî a Filestînê eşkere kir ku rêjiya jinên ku cihê xwe di hilbijartinê meclisa zagonsaz de bigrin 405 in.

Ramella – Lijna Hilbijartinên Navendî ya Filestînê diyar kir ku ew hemî lîsteyên ji bo namzetiyê serlêdan kirine qebûl dike ku hejmara wan 36 e, ji wan 7 lîste yên partiyane û 29 lîsteyên serbixwe. 405 jinan jî namzetiya xwe danîne û hatine pejirandin ku têkevin hilbijartinan.